Kordînatorê komîsyona niştimanî ya Sûrî ya karubarên girtî û bêserûşûnan û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Yasir Al-Ferhan, got ku rêjîma Esed ” li ser xwîna Sûriyan dijî “, û got ku komîsyonê şehdebûna girtiyên zindanên rêjîmê bi belge kirine, û di axaftinên wan de zordestiyên mezin yên hatine pêkanîn berovajî hemû yasa û prensîbên navdewletî û mirovî xuya dibin.
Al-Ferhan îro di daxuyaniyên taybet de got ku Komîsyon di heyama borî de digel girtiyên di girtîgehên rejîmê de axivî ye, çi yên hatibûn girtin yan jî bêserûşûnkirin ji aliyê milîsên berevaniya niştimanî yan milîsên şebiha, herweha ligel xizmên girtiyan û bêserûşûnên ji hêla organên rêjîmê ve hatine bêserûşûnkirin civiya, û diyar kir ku Komîsyon “axaftinên wan li gorî standardên navnetewî bi belge kirine”.
Wî bal kişand ku ev yek tê di çarçoweya xebata berdewam ya komisyonê de ji bo belgekirina binpêkirinên rejîmê li dijî girtiyan û komkirina belgeyên daddar û piştevaniya dosya û dozên ji hêla mekanîzmaya lêpirsîna navdewletî ya bêalî û serbixwe li Sûriyê, û komîsyona serbixwe ya Lêpirsîna Navdewletî li Sûriyê, û saziyên din yên navdewletî, tekezî li ser giringiya sizakirina tawanbarên tawanên şer û bandora wê li ser siberoja Sûriyê kir.
Al-Ferhan tekez kir ku dîdevaniyên kesên hatibûn serbestberdan ” şok û tirsnak bûn”, û got ku karbidestên rejîmê tewanên şer yên berfireh li dijî girtiyan ji îşkence û binpêkirinên cinsî û heta bi kuştin û şewitandinê pêk anîna.
Wî herweha tekez kir ku rejîmê kiryarên girtin û revandinên berfireh bi awayekî sîstematîk pêk anîne, wekî beşek stratejî ji bo tepeserkirina şoreşa Sûrî li ser bingeha belavkirina tirs û terorê di dilê sivîlan de.
Wî zêde kir ku binçavkirin û revandin hîna berdewam in, û rejîm red dike ku çarenivîs û nav û cîhên kesên bi destê hêzên wê hatine girtin û windakirin eşkere bike, ji bilî vê yekê redkirina pêkanîna biryarên navdewletî û rêzikên mirovahî yên têkildarî biryarên navdewletî yên taybet bi serbestberdana hemû girtiyan.
Û got: berpirs û serbazên rejîmê “gelek diravan ji welatiyên sivîl û xizmên girtiyan distînin li hember dana agahiyan li ser xizmên wan”, û bal kişand ku ev dirav bûne dahatekî sereke ji bo rejîmê û organên wê yên zordar”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî