Komîteya biçûkirî ya destûrî, îro roja çarşemê dest bi rûniştina xwe ya duyem kir bi gotubêjkirina raman û babetên têkildarî destûrê, ku ji hêla endamên komîta berfireh ve di civînên xwe yên hefteya borî de hatibûn pêşkêşkirin.
Şanda opozîsyonê di gotûbêjên xwe yên îro de, bal kişand li ser 12 prensîbên bingehîn yên ku di Cenêv 8 de hatine pejirandin, û ji hêla Konferansa Soçî ve di ragihandina xwe ya dawîn de hatî pesendkirin, û ji hêla rejîmê ve hat pejirandin, û ev prensîp yek ji lêvegerên bingehîn yên karê Komîteya destûrî ne, herweha ezmûnên berê yên destûrî yên Sûrî, ji bo ku bigihîjin danasîna destûrek nû ya ku daxwazên gelê Sûrî pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye ku ev 12 prensîb di nameya sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî de hatibûn, ya ji serokê Encumena Ewlehiyê di 26ê îlona 2019 de hatibû şandin, tevlî belgeya taybetmendiyan û hêmanên bingehîn yên lîsteya navxweyî ya Komîteya Destûrî, û tê de hatiye ku desthilata Komîteyê di karê wê yê li gor têkist û ruhê van prensîpan di destûra Sûrî de ye.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî