Şanda hevrikiya Sûriyê ya komîta destûrî civîna xwe ya duyem evro pêncşemê li bargeha desteya danûstanan a Sûrî li Riyada paytexta Siûdiyê civiya, lîsta hindirîn ya rêkxistina karê wê li gora bingehên karê pêrabûyî ya ko şandyarê navnetewî bo Sûriyê Geir Pederson pesend kir.
Şandê bendên destûrê yên ko komîtên şaxeyî di sala bûrî de pêk anîne gengeşe kirin, û dê destûreke nû ji wan bête çêkirin, û kargehên kar ji bo vê ji endaman damezirandin, her kargehek dê naverok û daxwaz li gora pirinsîbên şoreşê û biryara Encûmena ewlehiyê 2254 gengeşe bike.
Navrok ji 11 beşan pêk tê, wek beşên maf û azadiyan, û rêkên hilbijartin û karê hersê desthilatan ya rewakirin, dadwerî û ya cîbicîkirinê, hem beşên bi dezgehên ewlehî û leşkeriyê û yasayên veguhê ya bi girtî û windayan têkildar in, û desteya dadweriya veguhêz û dîsa-avakirinê û rêkxistinkirina hilbijartinan.
Şanda hevrikiyê ya komîta destûrî duhî çarşembê ligel rawêjkarên ko dê di karê komîtê de beşdar bibin civiya.
Serokê desteya danûstandinan a Sûrî Dr. Nesir Elherîrî, di malpera xwe ya Tiwîter de diyar kir ko desteyê mamoste Hadî Elbehre kir serokê hevbeş yê komîta destûrî, her weha berbijêrên xwe yên komîta piçûk destnîşan kirin.
Hadî Elbehre li Şamê 1959 hatiye jiyanê, bakaloryos di endazyariya çaksaziyê ji Wîtşa Emerîkî pê re ye, nuha endamê desteya danûstandinan a Sûrî ye, û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ye.
Di eylûla 2014 de bibû serokê Hevbendiya Niştimanî û wek mezintirîn endamê komîta danûstandinan ya Hevbendiya Niştimanî ya danûstandinên cinêv3, sala 2014 hatibû bijartin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî