Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdilrehman Mistefa evro çarşembê digel Dr. Elbidilfetah Bin Silêman Mişat cîgirê wezîrê Hec û Umrê yê Erebistana Siûdî girêbesta werzê 1440- 2019 imze kir.
Mistefa diyar kir ko komîtê karîbû hejmara hecaciyên Sûrî bêtir bike û hejmar bû 22500, ku sala berê 19hezar bûn , û spasiya Wezareta Hec û Umrê ya Siûdî kir, li ser xizmetên ko ji hecaciyan re pêşkêş dike.
Mistefa serokê komîta hecê got: ‘’Ew dê berdewam hevrêzkarî û hevkariyê digel wezareta hecê ya Siûdiyê re bikin, da xizmet û guhdan ji bo hecaciyên Sûrî bêne pêşkêşkirin ‘’, û tekez kir ko werzê hecê yê vê salê dê serkeftî be, bi sedema bizavên berdewam û pêşvebirina herdemî di warê rêkxistina pêşkêşkirina xizmetan bo hecacan.
Bi vê imzekirinê komîta bala ya hecê ya Sûrî ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ve, dibe heft salên wê çavdêriyê dike, û karîbû xizmetan ji hemû hecaciyên Sûrî re pêşkêş bike. Komîtê hefeya bûrî mercên navnivîsandinê bo werzê dahatî ragehand, û destnîşan kir ko di dema dahatî de ew dê nivîsgehên xwe yên li Sûriyê û li hin dewletên cîran belavkirî ne vekin, bo daxwaznameyan pêşwazî bikin.
Birêveberê heca Sûrî Samir Bêreqdar tekez kir ko komît dê xizmetan ji hemû Sûriyan re li hemû herêman bê cudahî pêşkêş bike, û got: ‘’ komît berê xwe dide Sûriyên li her deverê, bêyî cudahiya herêm am regez an jî alîgiriya siyasî…‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî