Komîta teknîkî ya ji komîta Sûrî Tirkî ya hevbeş hatiya destnîşankirin, civîneke giring li bargehê fermanberiya koçberan li paytexta Tirkiyê Enqere lidar xist, tê de giringtirîn kêşeyên bi lihevkirina rewşa Sûriyan ve têkildar û awayên mana wan li Tirkiyê gotûbêj kirin.
Li civînê birêveberê fermanberiya koçberan Ebdulah Eyaz û tîmeke kar ji aliyê Tirkî ve û endamê desteya siyasî û balyozê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê Dr. Nezîr Hekîm û tîma kar ya aliyê Sûrî amade bûn.
Herdu layan hêsankirinên dawî yên ko ji Sûriyan re hatine pêşkêşkirin û encamên wê gengeşe kirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya tiştê gihiştinê di dema bûrî de kirin, û ew dê di kar de berdewam bin tako rewşa yasayî ji Sûriyan re serast bikin, û di pey re li ser dosya guncandina penaberan bi jiyana wan a li Tirkyê re kar bikin.
Dr. Nezîr Elhekîm tekez kir ko hevdîtin di seqayeke erênî û berhemdar de birêve çû, û li ser karê biperpirsiyarî û hêsankirinên mezin ji Sûriyan re spasiya aliyê Tirkî kir.
Li ser damezirandina tîmeke kar ya hevbeş ji bo danîna pilan û pirojeyên diyar ji sala 2020 re yên taybet bi dosya tevlêbûna Sûriyan bi civaka Tirkî re lihev kirin.
Herdu aliyan li ser tiştên ko hatine pêkanîn di warê çareseriya rewşa Sûriyên Istanbulê pêşdîtin kirin. Aliyê Sûrî tekez kir ku biryarên derçûyî 80% ji rewşan çareser dikin, lê hêj pêdiviya wan bi xişteyeke dema destnîşankirî heye tako di dema dahatî de cîbicî bibin.
Aliyê Sûrî dosyên rewşên taybet yên ko gihiştine posta komîtê radestî aliyê Tirkî kirin, bi amanca ko rewşan serast bikin û çareseriyên guncaw ji wan re bibînin.
Her weha dosya rewşên tengav û taybet û lezgîn radest kirin, bi amanca li ser kar bikin û çareseriyan ji wan re deynin gotûbêj kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî