Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, gilînameyekê dide Encûmena Ewlekariya Navdewletî li dijî Rêjîmê û dagîrkerên Rûsî û Îranî, der barê Operasiyonên qirkirinê yên ko li bajarê Helebê pêk tên, û her weha koçkirina kotekî û pêkanîna guherîna dîmugrafî ya li ser kesên dorpêçkirî feriz dikin.
Serokê Komîta Yasayî Heysem Elmalih, tekez kir ko Rêjîma Esed û herdu dagîrker, Rûsya û Îran, tawanên di asta qirkirinê de pêk tînin, bi dorpêçkirin, birçîkirin, koçkirina kotekî, guherîna dîmugrafî û bikaranîna çekên qedexe wek bombeyên fisforî û napalm û yên hejînkar, her wiha Nexweşxane, Dibistan, Komên Zarok û Jinan amanc dikin. Hem jî mecbûrkirina bêtir ji nîvê Niştecihên Sûriyê, da ji war û malên xwe koçber bibin, û wêrankirina xanî û malên xelkê, û kuştina bi hezarên sivîlan, û êşkencekirin û kuştina xelkê di zindanan de.
Elmalih destnîşan kir ko têwerdana Rûsya ne rewa ye, çimkî ew li ser daxwaza desthilateke nerewa hatiye, û ji ber ku di serdema Şoreşan de desthilatdarî ji Desthilatdaran bo milet tê veguhastin, li gor pirinsîba mafê çarenivîsîna miletan, her wiha têwerdana Rûsta ne ji bo hatina hêzeke derve ya ko ziyanê digihîne dewletê, lê belê ji bo têkbirina hêvî û amancên milet di azadî û rûmetê de hatiye.
Endamê desteya siyasî Yasir Elferhan, diyar kir ko pirsgirêk ne bi salixdanê û belgeyan de ye, çimkî me tevan li ser salixdanê lihev kiriye, û her tişt xuyanî ye. Destnîşan kir ko arîşe di Sistema Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê bi xwe de ye.
Elferhan bal kêşand ser ko Rûsya tawankariyên qirkirinê di derheqê Sûriyan de pêk tîne, û ew piştgiriya Rêjîmê dike, û ev nagunce bi cihê wê re wek serpereşta operasiyona siyasî, û her weha nagunce bi pileya wê re wek seroka hevbeş bi Emerîka re di peymana agirbestê de û gihandina alîkariyên mirovî.
Û bal kişand ser ko Komîta Yasayî ya Hevbendiyê, daxwaza kişandina dosyayê ji Encûmena Ewlekariyê kir, da ber bi Komela Giştî ya Netewên Yekbûyî bête şandin, ji bo parastina Ewlekarî û Aştiya xelkê.
Jêder: Hevbendî