Komîteya Bilind a Hecê beşdarî di civînên salane yên teknîkî de kir, ya Wezareta Hec û Umrê ya Siûdiyê li dar dixe, bi amadebûna tevahiya şandên cîhana Erebî û Islamî li Mekê, di çarçoveya amadekariyên hevbeş ji bo “Sekna Erefê”, û cîbcîkirina rêûresmên din li cihên din yên pîroz.
Wekîlê Wezareta karûbarê Hec û Umrê ya Siûdiyê Dr. Hisên Bin Nasir El-Şerîf, di axaftinekê de li pêşiya tevahiya şand û berpirsên xizmetguzariyên meydanî, tekez kir ku selameta hecacên mala xwedê ji karên wan yê sereke ye, û got “Me ev hevdîtin pêk aniye da wan şandên Erebî û Islamî bi planên cîbicîkirinê yên dabînkirina heciyan agahdar bikin, û ji were bibêjin ku selameta heciyan ji karên sereke ye yê Şahneşîna Erebî ya Siûdî”.
Û weha berdewam kir:” Girimgiyeke taybet a Rêvebirina karûbarê heciyan heye, û pêwîstiya vê yekê bi temamkirina kar ligel tevahiya rêveberiyên taybet û aliyên berpirs bi hevkariya ligel Wezareta Hec û Umrê heye “, û destnîşan kir ku îsal guhdana bêhtir bi avakirina li ser erêniyên sala derbasbûyî ye, û dê “kar ji bo nehiştina şaşiyên berê bibe”.
Herwiha Komîteya Hecê ya Bilind a Sûrî, du civîn li Mekê encam dan, têde serokê grûpên Heca Sûrî herwiha tevahiya endamên şanda olî û zanayên olî li hev civandin.
Komîteyê di civîna xwe de tekezî li ser giringiya pabendbûna temam bi yasayên Şahnişîna Siûdî kir, herwiha bi cîbicîkirina tedbîrên ku Wezareta Hec û Umrê û Dezgeha Sivîl ya tewafê ya sala 1440 Koçî danîne, û bi taybetî di dema Recmê û hikişîna çiyayê Erefê û vegera ji Erefê.
Rêveberê Heca Sûriyê Samir Birêqdar tekez kir ku pabendbûn bi plana daraştî dema “hilkişîn û lihevcivandin û birêkirina heciyan ji aliyê Wezareta Hec û Umereya Siûdiyê; mercekî sereke ye ji bo serkeftina Heca Sûrî ya îsal”, û em tevahiya piransîpên wezaretê cîbicî dikin û armanca me ya sereke jê ew e selameta heciyên Sûriyê ye.”
Rêveberê Heca Sûriyê daxwaz ji serokên girûpên heca Sûriyê kir ku pabend bin bi yasa û tedbîrên Komîteya Bilind a Hecê ya Sûrî û Wezareta Hec û Umereya Siûdiyê , di dema rêzkirina heciyan û vegera ji Erefê û heta cihê heciyên Sûriyê li Meşera Mîna û cihê Recmê, bi armanca “pêkanîna werzekî Hecê yê serkeftî li gor hemû piransêpan” li gor axaftina wî.
Karwanên heciyên Sûriyê roja yekşema derbasbûyî gihiştin Erebistana Siûdî, û hejmara wan îsal gihiştiye 22500 heciyên ku ji tevahiya deverên Sûriyê hatine.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê