Serokê Komêteya Bilind a Hecê Ebdulrihman Mustefa, îro bi cenabê Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî Dr. Tewfîq Bin Fewzan Elrebîah re hevdîtin pêk anî, û Elrebîah baweriya xwe bi Komîteya Bilind a Hecê û başbûna rêvebirin û rêxistinkirina wê ji vê dosya serwerî re anî ziman.
Û Şanda Sûrî spasiya cenabê Xizmetkarê Herdu Perestgehên Pîroz Qiral Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd û Mîr Mihemed Bin Selman Al Siûd û cenabê wezîr kir, li ser karên mezin ê ku ji hecaciyan re pêşkêş dikin ji bo rêweresmên xwe yên ayînî di nav aştî û ewlehiyê de bicî bînin.
Û Şanda Sûrî li gel Cîgirê Wezîrê Hec û Umreyê Dr. Ebdulfetah Meşat civiya, û di civînê de rêkeftinek derbarê rêkxistina karûbarên heca Sûriyan ji bo werza 1444ê hicrî –2023ê zayînî hat îmzekirin.
Û daxwiyaniya Komîteya Bilind a Hecê amaje bi wê yekê kir ku Sûriya di werzê hecê yê nû de kotaya xwe ya tam ya ku hejmra wê 22 hezar û 500 heciyên Sûrî ne wergirtiye, û bi vî awayî hejmara heciyan vegeriyaye rêjeya berê, yaku ji bo parastina tendirustî û saxlemiya heciyan hatibû kêmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di dawiya hevdîtinê de cenabê Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdî, mertalê rûmetê (perçak bi şêweyê kilîta ke’ibeya şerîf e) pêşkêşî Serokê Komîteya Bilind a Hecê Ebdulrehman Mustefa kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî