Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferêt ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, rapora karê Komîteyê ya herdû salên bûrî û plana karê Komîteyê bo qonaxa dahatî, ji Desteya Siyasî re pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Komîteyê guhertinên ku di nûneratiya siyasî de li deverên Cezîrê û Ferêt çêbûne, û pêdiviyên xelkê deverê piştî danûstandina rasterast bi wan re berçav kirin.
û raporê behsa hevdîtinên ku Komîteyê bi rêxistin, partî û saziyên navdewletî re li dar xistine û helmeta ku ji bo rakirina dorpêça li ser xelkê deverê pê rabûye, kir.
Û raporê bal kişandin ser bicîbûna Îranê li deverê û zêdebûna koçberiya bi sedema leşkerkirina neçar ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve û rewşa dijwar a jiyanê.
Û raporê behsa beşdarbûna Komîteyê di komxebatên li gelek navendên lêkolînê de, û serdanên Komîteyê bo Îyaletên Tirkiyê û serdanên meydanî bo herdû deverên Girê Sipî û Serê Kaniyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî