Komîteya Diyalogê ya Sûrî ya Hevbendiya Niştimanî, civîna xwe ya rolane lidar xist, û amadekariyên dawîn bo lidarxistina hevdîtina şêwirdarî ya niştimanî ya siyemîn di rojên dahatî de gengeşe kirin.
Û Hevrêzkarê Komîteyê Ebdulîlah Elfehid Serokatiya civatê kir, û têde Endamê Komîteyê Ehmed Tuhmê, Behcet Etasî, Salim Elmislit û Mihemed Qedah, amade bûn.
Û ev civîn di nav pilana komîteyê û hevbendiyê bo xurtkirina rêya diyaloga niştimanî de tê, daku bighînin beşdariyeke rasteqîn di biryarên siyasî û danûstandinî de, ji bo firehtirîn beşê gelê sûrî û partî û komikên siyasê yên sûrî hembêz bike.
Û amadebûyan behsa lîsteya beşdarên di hevdîtina niştimanî ya sêyemîn de û xiştekar û giringiya dabînkirina jîngeheke guncaw bo lidarxistina hevdîtinê kirin.
Û amadebûyan behsa stratîciya karê komîteyê û rêbazkirina hevdîtinên bi awayekî rolane li gel beşekî berfireh ji civaka sûrî lidar dixe kirin, her weha li gel komik û partiyên siyasî yên sûrî û armanc û encamên wan hevdîtinan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî