Civata Nûnerên Amerîka biryar li ser standina projeyê “Yasa Qeyser” da, ya ji bo sepandina sizayên aborî li ser rejîma Esed û alîgirên wê, piştî derbasbûna rojekê di ser sizayên nû yên hatin standin ji aliyê Yekîtiya Ewropa li ser kes û kompaniyên têkildarên rejîmê.
Li gorî hin agahiyên mediyayî yên Amerîkî, yasa duhî roja sêşemê bi dengdana di civîna Kongrêsê Amerîka de, bi erêkirina 55 endaman û redkirina 43 endaman û baykotkirina hin endaman hat standin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa, derbarê vê yekê di twîtekê de got : Pejirandina “yasa Qeyser” ya Amerîkayê û berferekirina sizayên Ewropayê li dijî rejîma Esed “gavên ber bi aliyê rast de ne, û divê bi awayekî pratîk di zûtirîn dem de bêne cêbicêkirin “.
Serokê Hevbendiyê got ku “Pêwîst e sizayên Amerîkî hevdem bin ligel tedbîrên yasayî ji bo pêşîgirtina li bêsizamana kesên gunehbar, ji bo xurtkirina gavên pratîk ber bi çareseriya siyasî ya li gor biryarên navnetewî û daxuyaniya Cenevre”.
Yasa Qeyser bi xwe projeyasa ye ji aliyê Kongrês, 15’ê mijdara 2016 hatibû standin, ji bo cezakirina her kesên alîkariya rejîma Esed bikin, herwiha Serokê Amerîkayê pabend dike bi sepandina sizayan li ser dewletên hevpeymanên Esed.
Û li gorî yasayê, lîsteyek bi navên rayedarên rejîmê heye, di nav de Beşar Esed û hevjîna wî Esma, û rayedarên ewlekariya leşkerî û siyasî û fermandarên hêza esmanî û serokên îstîxbarata leşkerî, û Banka Navendî ya Sûriyê.
Ev yasa piştî rojekê hat ji pesendkirina Yekîtiya Ewropayê “YE” ji bo sepandina sizayên nû yên aborî li ser rêjîmê, ku li roja pêncşema borî hatibû eşkerekirin, di nav wan de bazirgan û kompaniyên Sûrî yên têkildarên rejîma Esed hene, di nav de yek ji xizmê herî nêzîkî serokê rêjîmê ye.
Yekitiya Ewropayê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya fermî, got ku serokên welatên YE li Brukselê civiyan, û li ser berfirehkirina lîsteya cezayan li dijî rêjîma Esed rêkeftin, û got ku zêdebarî 11 bazirganên Sûriyê, pênc saziyên girêdayî rêjîmê hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê