Mohamad Yihya Maktabî, Kordînatorê ofîsa revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li bajarê Antakya yê Tirkiyê, bi nûnerên Tora Parastina Jinê re civiya, û ligel wan behsa girîngiya rola jinan di nav hemû biyavên jiyanê de û tevî giringiya rola wê di karê siyasî de kir.
Herwiha tekezî li ser rola girîng ya jinan di şoreşa sûrî de hate kirin, tevî rola wê ya di nav revendên Sûrî de jibo piştgirîkirina doza gelê Sûrî û tekoşîna wan li dijî zordarîyê.
Rêzdar Mohamed Yihya Maktabî bi berfirehî pêşhatên dawîn û pêşkeftina xebata Komîteya destûrî şirove kir.
Di civînê de bi berfirehî rewşa revenda sûrî li bajarên Tirkiyê û cîhanê hate gotûbêjkirin, û Maktabî bal kişand li ser çalakiyên jinê yên cuda yên ku bi dîrok û çand û doza Sûrî ve girêdayî, ji bo bidestxistina maf û rehetiya xwe û hilweşandina rejîma Esed.
Hêjayê gotinê ye ku Tora “Parastina Jinê” yek ji torên herî mezin e di şoreşa Sûrî de, û ji zêdetirî 1.000 jin û nêzîkî 56 rêxistinên jinan pêktê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî