Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara ko Firokên Esed li bajarê Helebê roja pêncşemê pêk aniye pirotesto kir, ya ko bêtir ji 45 sivîlan kirine qurbanî û bi dehan birîndar kirine .
Elmislit dibîne ko “Bermîlên Teqîner li ser Zîviranoka Be’îdîn tawankariyek dermafê gelê Sûriyê de ye” Elmislit got: ev tawankariya rêjîma Esed dermafê sivîlan de li Helebê pêk anî “Gunehkariyek di stuyê bêdengiya Civaka Navdewletî de ye.”
Firokên Hilîkopter yên Rêjîma Esed bermîlek teqîner bi ser baseke Rêwiyan de li Zîviranoka Taxa Beîdîn li bajarê Helebê berda, di encamê de 46 sivîl ji nav wan 5 zarok û kesekî ku bi hewra wan çûbû hatin kuştin û hinekî din digel du kesên bi hewarê ve çûbûn birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî