Salim Elmislit Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî hişyarî da Hêzên Hevpeymana Navdewletî li ser” berdewamiya çavgirtinê ji tawankariyên ko sedemkarê tiroristiyê anko Rêjîma Esed dike, ev mijara ko ji dil miletê Sûriyê nema baweriyê bi amancên Hevpeymana Navdewletî tîne.”
Axaftina Salim Elmislit hat piştî kuştar û tawankariyên Esed li ser xaka Sûriyên li deverên corbicor çê bûne, ji kuştara Telbîsê ya berî çend rojan çê kirin û 26 şehîd ji wan 13 zarok bûne qurbanî li gora ko çalakvanan ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re gotin, herweha Firokên Esed li Busra Şamê malên sivîlan bombebaran kirin 16 kes ji malbatekê piraniya wan zarok û jin bûn şehîd ketin .
Elmislit doz li Civaka Navdewletî kir derbarî giringiya kartêkirina biryarên çekdarkirina Artêşa Azad, da çekên giran bidine wan û wan rahênan bikin û parêza asmanî ji wan re dabîn bikin.”
Jêder: Hevbendî