Hikûmeta Sûriya demkî pişgiriya nan kir bi lixwegirtina nîvê bihayê lêmezaxtî li navçeyên ne dibin kontrola rêjîmê de, û wek nimûne saziya giştiya dan û genim di hikûmeta demkî de dest bi hêrana genimê ji wan navçeyan kirîbû li aşên kompaniya giştiya aşxaneyan kir, bi merema dabeşkirina ard li ser nanpêjgehên encûmenên xocihî li parêzgeha Heleb û Himus û Idlibê. û rêveberê kompaniya giştiya aşxaneyan got ku karê hêrana genim wê li gor daxwaz û pêdawîstiyên encûmenên xwecihî be bi dabînkirina ardê nan, hêjaye gotinê ku “saziya giştiya genim wê ardî bi nîvê bihayê lê tête mezaxtin pêşkêş bike, di hewlên hikûmeta demkî de bo piştgiriya nan di hindurê welat de”. herwisa amaje kir ku kompaniya navhatî hewl dide bo kirîn û dabînkirina aşxaneyan ku bi berhênanek navencî kar bikin bo dabînkirina ard di tevaya navçeyên ne di dest rêjîmê de,û bizavê dike da bigihê qunaxa karibe pêdiviyan bi xwe dabîn bike, û got ku” em di kompaniya giştiya aşxaneyan de bizavê dikin bo zêdekirina berhemê ard bi girêdana girêbestan ligel aşxaneyên taybet û bi hevkariya hêzên şoreşger di hindurê welat de”. têzanîn ku wezareta darayî û abûrî ya hikûmeta demkî kargehên genim li parêzgeha Der’a radestkirin , ku hêzên şoreşger hemû navendên genim li navçeyên dibin kontrola artêşa azad de xistin dibin rêveberiya saziya giştiya dan û genim ya wezaretê. Herwiha Endeziyar Hesan Elmihemed rêveberê saziya genim got ku:” ev pêngav wê beşekî ji arîşeya dabînkirina xwarinê li navçeyên derveyî kontrola rêjîma Esed li Sûriyê çareser bike”. ji aliyekî din wezareta samanên bingehîn û çandin û samanê giyanewerî 2000 ton semada azotî derbasî wan navçeyan kir di çarçova pilana wezerta navborî bo dabînkirina pêdawîstiyên berhemê werzê çandiniya zivistanê.
Jêder: Hevbendî+Hikûmeta demkî