Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî dît ko “Çareya tenê ko bobelata Penaberan çareser bike ew e ko aramî li welat vegere bi misogerkirina guhastineke siyasî ya tekûz bi bal Dewleteke dîmuqratî ve,” wekî din tu çareyên hawarçûnê bobelata mirovî bidawî nakin eger ko berhev bibe bi bobelatên mirovî yên di serdema nuha de çêbûne.”
Elbehra li ser kongirê Penaberan û aramiya Sûriyê yê ko Desthilata Elmanî îro li Berlîn birêkxistin kiriye got:
“Çareya tenê ko bobelata Penaberan çareser bike ew e ko aramî li welat vegere bi misogerkirina guhastineke siyasî ya tekûz bi bal dewleteke dîmuqratî ve, li gora nexşeya ko me li kongirê Cinêva duyem danî û hê jî em pê pabend in.”
Û destnîşan kir ko”Netewên Yekbûyî li ser dirêjiya dîroka wê rewşek wek ya Sûriyê û tawankariyên Esed di dermafê sivîlan de dike pê re nebuhûriye.” Û kongirê ko serokwezîrê Libnan Temam Selam û şandiyarê Netewên Yekbûyî li Sûriyê Tomas Dîmistora wê lê amade bin, da bêtir piştgirî û alîkariya mirovî ji bo penaber û derbiderên Sûriyê li dewletên ko bi mêvandarî ew hewandine û bi taybet dewletên derdora Sûriyê wek Tirkiyê, Urdin û Libnan.
Jêder: Hevbendî+Eljezîrê