Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di gotara xwe ya li kongirê”Hevdîtina Gelê Hundur” yê duyem got: “Têkçûna Esed û serkeftina projeyê me yê Şoreşgerî yê ji bo avakirina dewleta niştimanî ya nûjen bi hevgirtin û yekîtiya evî Gelî dest pê dike, li ser diruşma Şoreşê ya sereke (Gelê Sûrî yek e), Sûriya ji hemû Sûriyan re ye û ne ji mil an regez û netewekê re ye.”
Elbehra bêtir di gotara xwe ya vekirina Kongir de li Xazî Entabê got: “ rewşa sûriyê ya îro gelemşeya neyînê ye ji ber kiryarên Esedê tawankar, heta ko êdî Sûriya bûye Cografiyeke vekirî ku biyanî tê de şer dikin da bercewendiyên welatê xwe biparêzin, biyanî yên bi ser şervanên milî ve têwerdanê di çarenivîsa me de dikin û gendeliyê belav dikin.”
Herweha Elbehra got: “Şam paytexta me ya dîl e nuha di destê şervanên milî de ye û Cezîrê di destê tevlihevên cîhanê û biyaniyan de ye, û em li bej û deryayan derbider in, li welatên xelkê penaber in, firokxane me diqewirînin û bajar me ji kolanên xwe davêjin û dewletin sergiraniyê li me dikin, û biraderên me jî dev ji me berdidin, û zivistan nêzîk dibe, di vir de em spasiya Tirkiyê dikin desthilat û milet, evî welatê ko Sûrî bi serbilindî û comerdî pêşwazî kirin.”
Elbehra tekez kir ko “Mercên serkeftinê ew e gava em li ser amancên Şoreşê wek berê sûr bin, û bi karê dûrî bercewendiya kesane an partîtî û milî, û ji me tê xwestin ku ne tenê em rexneyan bikin, lê belê divê em bi hev re şaşiyan serast bikin, û hûnê bibînin ko Hevbendiya Niştimanî dergehên wê li ber her kesî vekirî ne da tev de berpirsiyariyê hilgirin û karekî ji dil ji bo parastina welat û parastina Şoreşa evî gelê hêja bikin.”
Elbehra ji kesên li kongir civiyayî re da xuyakirin”Em ê bi hemû karînên xwe karê Hevbendiyê bi pêş ve bibin, û çakirina bingeha rêkxistinî û xurtkirina karê wê yê siyasî û karê Desthilatê yê xizmetkarî û emê li gora karîna xwe hewl bidin da Hevbendî û Desthilatê bi aliyê hundirê Sûriyê ve bibin, da em bi xelkê xwe re bin û em tiştê ji me bê ji bo wan hêmanên xweragiriyê pêşkêş bikin.”
Û dawî ji bo beşdaran got: “Ez ji we hêvî dikim da hûn peşxerî û pêşinyarên xwe pêşkêş bikin, hûn xetîra evê Şoreşê ne û hûn çêkerên paşeroja evî welatî ne, û bi pêşinyarên we û bi we emê çirisîna Şoreşê lêvegerînin û em ê digel hev bigihên perava serkeftinê, Sûriya nuha hewcedarî hemû zarokên xwe ye û eger yên zikreş çi bikin emê her bi ser bikevin. ”
Karûbarê kongirê duyem yê “Hevdîtina gelê hundurê Sûrî” li bajarê Xazî Entab dê heta roja pêncşembê berdewam be û bêtir ji 150 çalakvanên Sûrî û Emîndarê giştî Nesir Elherîrî û Serokê Desthilata Demkî Ehmed Tu´ima û çend Endamên Hevbendiya Niştimanî amade bûn. Ev kongir li dar dikeve û ev yê duyem e bi durişma “Çêkirina biryara siyasî ya hevbeş”, kongir û desteyên kar û desteyên rahênanê û projeyên hevbeş di gelek biwaran de û giringtirîn beş yê siyasî bû tev yên ragihandinî û hawarçûn û bijîşkiyê.
amanca Kongir ew e ku hevkariyê navbera çalakvanan û Hevbendiyê de saz bike, herweha da dezgehên Hevbendiyê binasin û çalakvanan tevli çêkirina biryarê di Hevbendiyê de bikin û avakirina hevbeşbûna rasteqîne di rêya damezirandina projeyên hevbeş ji bo çareserkirina arîşeyên ko hene bikin.
Herweha kongir dixwaze rola dîmuqratiyê di navbera Hevbendî û Çalakvanan de xurt bike û kartêkirina tevgera sivîl pêşde bibe.
Herweha kongirê pêşî yê Hevdîtina Gelê Hundur li Entabê di 28-29 Nîsana 2014an bi amadebûna 80 Çalakvanên Sûrî û çend Endamên Desteya siyasî û Desteya Giştî ya Hevbendiyê û Serokê Desthilatê Ehmed Tu´ima û Cîgirê wî Iyad Elqudsî lidar ket.
Jêder: Hevbendî