Yekîneyên Hevrêziya Piştgiriyê ligel Wezareta Kargêriya Xwecihî û Hawarhatinê û karûbarên penaberan ya bi ser Hikûmeta Sûriya demkî ve, alav û maşînên giran radestî karmendên tîmên Bergiriya Sivîl kirin li rêveberiyên parêzgehên derveyî kontrola Esed jibo pêşkêşkirina baştirîn xizmetgozariyan bo qortalkirina giyanê welatiyan.
nivîsîngeha ragihandina wezareta kargêriya xwecihî daxuyakirin ku nirxê wan alavan digehêje heta şeş milyon dolarî, di çarçoveyê bernameya “jiyan” de. û heman nivîsîngehê daxuyakirin ku yekemîn qonaxa radestkirinê bo hevparên cêbicêkar wê destpê bike, li herdu parêzgehên Hema û Idlibê, ku yekser wê piştre qonaxa diwem destpê bike li Heleb û Laziqiyê, bi radestkirina 54 maşînên giran wê bi dawî bibe, ku wê bi dana pêdawîstiyên agirkujênê û malîna wêrancihan (maşînên mezin û yên biçûk) û anbulansan û karê saxbîriyê û yên bihanahatinê pêkbê, jibo hevparên cêbicêkar yên di Rêveberiyên Bergiriya Sivîl de bikaribin bi awayekî baş bi erkên xwe rabin, tevlî zehmetiyan û baredoxên sext û awarte yên têde dijîn ji ber hovîtiya rêjîma Esed û topbarakirina navçeyên akincîdar, heta bigehe kêm û lawaziya şiyanan û nebûna maşînan, û heman nivîsîngehê dazanîn ku ew maşîn pêktên ji otombîlên agirvemrandinê û ji anbulansan û ji Tirkêsên mezin û “bobkat” yên biçûk û baragirên tiliskopî û bildozerên “bakhûloderz”, ku ji berî niha di navçeyên navhatî de ev alav bi awayekî pêwîst li berdest nebûn, û tê çaverêkirin ku bi şandina van alavan wê ketwarê xizmetgozarî û hawarhatinê û bergiriya sivîl bi şêweyekî giştî wê beştir bibe.
Jêder: Hevbendî+ Hikûmeta demkî