Mihemed Xêr Elwezîr serperiştyarê dîdargeha diwemîn ligel “Hindurê Sûriyê” di roja dawiyê de tekez kir ku:” ev ne yekemîn pêngave û wê nejî pêngava dawiyê be, û ev dîdargeh hat sazkirin di çarçovê zincîrek ji çalakiyên peyrewkirî de yên bi serperiştiya Hevbendiya Niştimanî ligel çendîn serkiredeyên meydanî di tevgera Sivîl ya Sûrî de”, herwiha got ku:” di dema pirosêsa rêxistina dîdargehê de me beşdar li ser 3 tîman dabeş kirin, û me pêwîstiya gengeşekirina babetên girêdayî bi rewşa niha ya Sûriya ve li ber çav girt, bi armanca piştgiriya biryara hevpar di karê siyasî û yê sivîl de, ji ber ku standina biryaran bê pişkdariya cemawer û serkirdeyên meydanî, pêngavek xirabe û nerênî ye bo dewlata dad û yasayê ya miletê sûrî ji boyî wê dest bi şoreş kiriye”. Herwiha li ser pirsyarên hin çalakvan û serkirdeyên meydanî û rexneyên wan li Hevbendiyê li ser derngiya gengeşekirina van babetên hestyar Elwezîr got ku:” em nabêjin ku em di vê pêngavê de derng neketine, lê em derng bigihin baştir e ku em negihin, herwiha ku Hevbendî beşek e ji vê tevgera siyasî ya sivîl, û ne bi tenê ew heye, ku berpirsyarî li ser mile me teva ye û nejî li ser aliyekî bitenê ye, û amadebûna me îro li vir, ne ji bona poşmaniyê li ser pêşerojê ye, belê ji bona avakirina paşerojê ye bi hevrêziya tevaya lawên sûriyayê, ji ber ku rewşa welat dîtir nema bendewariyê dipejirîne”. Hêjaye ku hersê tîman 3 manşêtên giştî gengeşe kirin: Helwest ji hevpeymaniya navdewletî li dijî Daişê, peywendiya rêxistinî di navbera Hevbendiyê û saziyên wê de, çawaniya aktîvkirina tevgera sivîl di bajarên Sûriyê de.
Jêder: Hevbendî