Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî ji Civaka Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan xwest ” Danîna sînorekî ji tawanên Esed re yên ku şebîheyên wî derheqê girtiyên siyasî de dikin, û danîna lezgîn ji çavdêriyek tendirustî li ser girtîgehên bikarhatî wek giringtirîn alav di hewldanea sînorkirina vîna gelerî ya ku doza rûxandina Esed û rejîma wî ya sitemkar dike”.
Herîrî kuştina hêzên Esed ji 131 girtiyên şaxê 215an re, yê bi saloxgirên leşkerî ve girêdayî ye,ji ber nexweşiya Reşava Pişikê li gor jêderin Haydar ji hundurê girtîgehê salix dan” Kuştara kirêt ku nabe mirov li ser bêdeng bimîne”. Û di hevpeyvînek taybet de bi nivîsgeha ragihandinê re destnîşan kir ” Neavêtina Civaka Navdewletî ji gavine lezgîn re di lêpirsîna Esed û dezgehên wî yên ewlekariyê beşdariyek di tawanê de ye û karekî nepejirandî ye û bênirxdîtina jiyana miletan e”. Herîrî zêde kir ” Tu kes wê kuştara hovane ku rejîma Esed derheqê 11 hezar girtî di zindanên wî de ji bîr nake. Ev tişt bi derketina 55 Hezar wêneyan ji hundurê girtîgeha ewlekariyê ya bi rejîma Esed ve girêdayî ye hat belgekirin, lê hîn ew kuştara hovane ta îro di dest û bextê yasaya navdewletî û dadweriya mirovahî de ye! Razgirê giştî kuştara şaxê 215 û kuştara 11 Hezar girtiyên sala bûrî bi “kirîzek bitirs e û wijdanê cîhanê hejandiye, lê negihişt guhê dewletên mezin û xwediyên gotin û deshilatiyê li deverê”.
Di heman mijarê de desteya Sûrî ya Dadwerî ya Veguhêz raporek bi navnîşana Sindoqa Reş derxist. Avokat Emar Tebab rêvebirê dosya Wendabûna Kotekî di desteya Sûrî ya dadwerî ya veguhêz de ku rapor amade kiribû, di hevdîtina xwe de bi balyozên Ereb û Ecanib re tekez kir ” Şêst hezar wendayî hene li gor texmînkirinan, û dor 53,522 wendayî bi kêmanî li Sûrî, di nav wan de 6722 kes hatin kuştin, ji wan 1348 zarok, û1511 jin”. ..
û berdewam kir ” Sûrî ne dewleta yekem û ne ya dawî ye ku welatiyên wê bikotekî wenda dibin, lê ew tiştekî nû tomar dike dema ku civakek bitevahî wenda dibe, ev rewş tekez bûye ji hêla deverên nêzîk Wadî Eldeyf li Idlibê wek nimûne, deverin tekûz ji hêla hêzên Esed ve hatine binçavkirin bê ku xwediyên wan yên ku reviyabûn nas bikin çarenûsa wan çi ye. Wek nimûne li ser rewşên wendabûna kotekî 11 hezarên ku cîhanê ew di riya wêneyên derketî di rapora Sîzer de çesipîn, ku riya gumanê li ser berpirsyariya rejîmê tê de tune ye, lê mixabin vê cîhanê biryar bo sedemin siyasî ku ti qîmetê nadin mirov bêdeng ma. Li hember wilo dema ku van pêwistiyên siyasî rûberûbûna rêxistina “Daiş” xwest, me pelûbûnek ji hêla civaka navdewletî bo bidawîkirina wê dît, ev yek durûtiya pîvanên navdewletî diyar dike ku guh nadin tawanbarê sereke ku “Daiş” berdewamiya wî ye û cîhan tev de beramber wî bêdeng maye “.
Tebab zêde kir” ji neberbiheviyên siyasî yên cihê matmayînê ku rejîm û civaka navdewletî dixwazin ji xwe re sedemekê di wendabûnek kotekî de bibîne bo biryara netewî derbarê Sûrî bikar bîne. Ew yek jî di rewşa rojnamevanê Emrîkî Cîms Folî ye, ku nûçeya kuştina wî ji hêla Daiş de da û stend, ku di dawiya 2012an de hatibû girtin, anku berî hebûna dewleta islamî li Sûrî bi yek car, tev ku ev rejîm li ser 11 hezar kes ku heman raporê çesipandiye deng nekir (Rapora Sîzer). Ew jî dide xuyakirin ku mirov li cîhanê li gor regeza wî pêre tê danûstendin, ev tişt jî merov dixe pêş Hevkêşiyek zordar ku dibêje: Yazdeh hezar Sûrî nehêja ne mirovekî Emrîkî”. Serokê dosya wendabûna kotekî wisa bidawî kir:” Tu dîroka em bikin roja jidayikbûna vê tawanê li Sûrî ne diya re, lê em li hêviya roja ku bidawîanîna wê tomar bibe, dîroka ku mirov bibe xwedî rûmet”.
Jêder: Hevbendî