Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, tekez kir ku kuştina Rûsya ji serkirdeyên Artêşa Islamê re têkbirinek ji guftugoyên aştiyê re ye, ku artêş tê de beşdar bû, û dît ku Mosko bi vê operasyonê, ji erkê ser mile xwe derbarê biryara Encumena Ewlehiyê ya dawî ferz kiribû û pabendiyên xwe yên li Viyêna direve.
Merwa got:” Zehran Ellûş yek ji kesên li ser eniyek ji eniyên Sûryayê disekinî û berevanî di ber de dikir, û ez naxwazim bibêjim ku şoreşa Sûrî ew wenda kir, ji ber kesên li pey wî werin wê cihê wî bigrin, û wê li gor pirsyariyê bin di man û berxwedana xwe li ser piransîbên ku şoreşa Sûrî jê destpê kiriye”.
Merwea got kuştina serkirdeyên Artêşa Azad piştî ku serokê Desteya Bilind ya gotubêjan Riyad Hicab ragihand ku rewş niha di bin siya vê gurkirina Rûsî di êrîşên bi ser sivîl û hevrikiyê ne dema gotubêjan e. Tu dikarî bibêjî neguhdanek ji hêla Civaka Navdewletî derbarê operasyona siyasî ye.
Merwa tekez kir ku ” Şehadeta Şêx Zehran nemeyek ji Rûsya ye bo têkbirina tevgera siyasî, û em gelek tiştên din ji rejîma Esed û hevalbendên wî pêşbîn dikin ji bo operasyona siyasî têk bibin, ji ber çi çareya siyasî encama wê koçkirina Esed e “.
Endamê Hevbendiyê Burhan Xelyûn got:” Kuştina Zehran Ellûş yê ku li ser belgeya beşdarbûna Hevrikiyê di guftugoyên serastkirina siyasî ya bi hevrêziya girupa navdewletî çêbûbû imze kiriye, û bi derçûna biryaya Encumena Ewlejhiyê nemre 2254 hate xelatkirin. Pêşî ew nameyek ji Hevrikiya Sûrî bi tevahî re ye, anku axaftina li ser çareya siyasî fen û fûtên axaftinî ne, û biryara Rûsî û hevalbendê wan Esed bi kuştina berdewam ji endam û serkirdeyên wê re, û ev xedra qirêj kuştinek ji operasyona gotubêjan re ye, û riswakirinek ji girûpa bîst dewletên ku çavdêr bûn û herifandina rastgoyiya wê ye”.
Xelyûn berdewam kir:” Rûs di texmînên xwe de ku dikarin şoreşa Sûrî tune bikin şaş in, û ew nikarin milletê Sûrî mecbûr bikin ku li pêş pûtê piçûk çogan bidin erdê, û careke din pirobogenda jê re çêkin û wî bikin Xweda.
Serokê Hevbendiyê Xalid Xoce kuştina serokê Artêşa Islamê ragihand , û ji yekîneyên şoreşê li Xûta şamê xwest ku bibin yek ta cihên vala dagrin, û erkê xwe di rûxandina rejîma Esed û binkeftina dagîrker û êrîşkeran de berdewam bikin.
Jêder: Hevbendî