Roja Înê 10-1-2019, xwepêşindanek li dijî terora Rûsiya û ya rêjîma Esed li Idlibê hate lidarxistin, û têde tekezî li ser armancên Şoreşa gelê Sûriyê hate kirin, da Sûriya ji dagîrkariya Rûsiyê rizgar bibe û serxwebûnê bidest xwe ve bîne.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Necîb Elrehmûn, yê ku beşdarî wê xwepêşendanê bibû, tekez kir ku hovitiya Rûsiya û rêjîma Esed çendî bihêz be, ew nikare xetîra daxwaza azadiyê ya Sûriyan vemirîne, û bal kişan ser ku tevî hovitiya rêjîmê Şoreş berdewam e, ta armancên xwe pêk bîne.
Di heman xwepêşindanê de, alên Şoreşê ji hêla xwepêşinderan ve hatin bilindkirin, û siloganên “Şoreş berdewam e, Botîn tê bar bike weke çawa Xoro bar kir”.
Xwpêşenderan di xwepêşindanê de tekezî li ser berdewamiya Şoreşê kirin, û bi yek dengî silogan û durişim li dijî rêjîma Esed bi dengekî bilind gotin.
Tê zanîn ku ev xwepêşindan hat di dema ku gund û bajarên parêzgeha Idlibê rastî êrîşa artêşa rêjîma Esed û ya Rûsî tên, ya bûye sedema ku bihezarên welatiyên sivîl penaber bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî