Duhî damezrênerê navenda Sûrî ya ragihandin û azadiya raderbirînê Mazin Derwêş yê bêhtir ji sê salan desteserkirî ji zîndanê hat berdan, bi vê yekê berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit got: Tevî ku Mazin hêj wê vergere ber dadgehê, çimkî ew li bal Dezgehên Ewlekariya Rêjîmê tawanbare bi “bangeşeya kirdeyên teroristî”, û roja rûniştitina dadgehê 31.08.2015 ji bo hukumkirinê hatiye destnîşankirin; Ez Bi navê xwe û bi navê hemû Sûriyan pîroziya serbestberdana Rojnamevan Mazin Derwîş dikim ji girtîgehên Rêjîma Esed û hevdîtina wî bi kesukarên xwe re û bidestxistina azadiya xwe.
Elmislit got ku: Revandin, girtin û êşkencedana Çalakvan û Rojnamevanên Sûrî bi destê Ewlekariya Rêjîmê, wan ji hêza wan naxîne û beruvajî vê yekê wan bêhtir bihêz û xurt dike.
Herwiha Elmislit doza berdana hemû Girtiyan û kesên hatine revandin kir, û ew derdê ku dikêşînin ji wijdan û bextê her mirovekî Sûrî yê dilsoz ne veşartî ye.
Hêjayî gotinê ye ku di girtîgehên rêjîma Esed û di navendên ewlekariya wê de bidehên hezaran girtî hene her ji destpêka şoreşa Sûriyê li adara 2011an ve, ku di nav wan de gelek kesayetiyên mafnas û akadimîson hene mîna Dr. Fatin Receb û Dr. Raniya Elebasî, û hevserê wê Ebdulrehman Yasîn û bi şeş zarokên wê ve ku heta niha kesek çarenivîsa wan nizane.
berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kiribû ji bona xistina fişaran li ser rêjîma Esed ji bona cêbicêkirina biryara 2139 ya tekest bi serbestberdana hemû girtiyan ji girtîgehên rêjîma Esed dike, û herwiha Elmislit daxwaz ji Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî kir bi encamdana serdana girtîgehan û tekeziya saxlemiya girtiyan û reftar û serederiya rêjîmê ligel girtiyan.
Jêder:Hevbendî