Girupa Pêwendiyên Navdewletî derbarê Sûryayê, îro înê dicivin, dûv re civînek ya Encumena Ewlehiyê li ser asta Wezîrên Karê Derve bi serpiriştiya Wezîrê Karê Derve ê Emirikî Con Kêrî lidar dikeve, û tê texmînkirin ku biryarekê bo piştgiriya şêwrên Viyêna bistîne, nemaze ku biryar bi piştgiriya Rûsya ye.
Desteya Bilind ya şêwermendiyê ku ji Kongira Riyad hat derxistin, roja Pêncşembê (17 çileyê Pêşîn ) civînên xwe lidar xistibûn, û Riyad Hicab wek Hevrêzkerê Giştî, Yehya El – Qedemanî wek Cîgir, Sefwan Ekkaş wek Razgir, û Riyad Ne`isan Axa wek berdevkê fermî hilbijartibûn.
Emîndarê Giştî ê Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Mihemed Yehya Mekteî nav di dewletên ku li New Yorkê civiyabûn da, ta ku bi erkê xwe rabe di peydakirina çareyek siyasî dadwer de, ku milletê Sûrî ji xeleka kuştina rojane biparêze, û hêviyên wan di wergirtina azadî û rûmetê de pêk bîne.
Mektebî tekez kir ku çi çareya siyasî bê destberdana Esed ji desthilatiyê, wê di berjewendiya tirorê de û rêklama rêxistinên tirorist be.
Mektebî berdewam kir:” Nikarim behsa tu tiştî bikim jibilî tiştê ku rejîma Esed derheqê milletê Sûrî di pênc salên dawî de di riya bermîlên teqîner, çekên kimawî, û girtina dehê hezaran di binê zindanan de, û ev hemû berî hebûna Daiş û çi rêxistinên tirorîst yên din jî hebûn”.
jêder: Hevbendî