Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko giring e fişar li ser Esed berdewam bin, ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û parastina sivîlan yên ji berpirsiyariyên li ser milê Netewên Yekbûyî ne.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî di daxuyaniyekê de îro got “biryarên navdewletî yên taybet bo Sûriyê û yên ko Beşar Elesed ew bêwate hiştine, hewcedarî alavên fişarê ne ji bo rêjîmê pabend bikin”. û tekez kir ko berdewamiya amanckirina baregehên leşkerî pir giring e.
Elmektebî destnîşan kir ko fişar li ser rêjîma Esed wê operasiyona siyasî bi pêş ve bibe, û bêtir got ko ewê bihêle qonaxa veguhêz dest pê bike, li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, ya ko damezirandina desteyeke dasthilatdar ya veguhêz bi hemû karînan tê de hatiye.
Mektebî daxwaz ji Emerîka kir ko zû li ser dosya Sûrî raweste, ji bo hevsengî çêbibe, û nehêle Rûsya ,hevalbenda rêjîmê, bi tena xwe pêvajoya operasiyona siyasî û meydanî kontrol bike.
Her weha tekez kir ko derbeyên Emerîkî namake xurt bûn ji rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin re , ji bo kuştina miletê Sûrî rawestînin, û nema tawankariyên cengê yên ji şeş salan ve berdewam in pêk bînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî