Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Hîşam Merwa da zanîn ku daxuyaniyên Rûsiya yên dawiyê derbarê helwesta rêjîma Esed ji danustandinan û veguhestina siyasî, wê hîç rastiyek têde nebe digel berdewamiya destdirêjiya wê li ser Sûriyê û nemaze li ser gundewarê bakurê Helebê.
Nûnerê Rûsiya yê hertimî li NY, “Vîtalî Tişorkîn” got: heger Esed bi şîretên Rûsiya bike, wê derfetek hebe bo welat ji kirîza niha derkeve, û cext kir ku Rûsiya “ji aliyê dîblomasî û siyasî û leşkerî bizavên mezin kirine derbarê kirîza Sûriyê”.
Ev yek wek bersiv hat di çavpêketinekê de li ser daxuyaniyên Esed yê têde tekezî kiribû li ser” berdewamiya şer heta bidestxistina serkeftinê”, Tişorkîn got ku “daxuyaniyên Esed naguncin digel bizavên diblomasî yên Rûsiya”.
Merwa got ku gotinên Esed bi xwe tekezî ne li ser helwesta wî ya hişk û redkirina piroseya siyasî û bikaranîna hevalbendên xwe bo dubarekirina rewatiya xwe ya jidestdayî, û di henan demê de digel kiryarên Rûsiya yên dijminkarî li seraserê Sûriyê diguncin, bi armanckirina nexweşxane û xwendingeh û sivîlan bi awayekî rasterast.
Merwa git: heger Rûsiya xwe dibîne hevpar di piroseya siyasî de, bila destdirêjiya xwe li ser Sûriyê rawestîne, û bila firokên wê bombebarankirina sivîlan rawestînin, lê di dema bitenê daxuyaniyên rojnamevanî yên vala bide, hevdem digel zêdekirina êrîşên xwe li dijî sivîlan, ev tişt dihêle ku şirîkatiya wê di çareseriya siyasî de neyê bawerkirin.
Jêder: Hevbendî