Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa tekez kir ku Hevbendiyê Dî Mistora agehdar kiriye ku ” Ew daxwaza goftûgoyên veguhestina desthilatê dikin ne hevdîtinên rawêjkarî, ji ber ku dem derbas dibe û ligel berdewamiya hebûna rêjîma Esed tê bi wateya zêdetirkirina rijandina xwîna Sûriyan”.
Merwa di çavpêketinekê de ligel Rojnameya Ukaz got ku “hin têgihiştin û hevnerîn di di nav me û Dî Mistora herweha di nav me û nûnera Yekîtiya Ewropî Lara Sikarbîta ya li Jinêvê heye, bi taybetî derbarê mijara çûna rêjîma Esed û jinavbirina terorê, û Me tekez kir ku rêjîma Esed berpirs e di ber gelek kiryarên terorîstî di navçeyê de, ev heger ne ew bi xwe wan saz dike”.
Merwa diyar kir ku “Ew gotina dihat gotin ku dibe çûna Esed bibe egera rûxandina dewletê,ew têgeh li rex piraniya dewletan hatiye guhertin, piştî diyarkirina rûyê rasteqîn yê rêjîmê li pêş raya giştiya Cîhanê, û piştî aşkerekirina berpirsyaretiya wê di kuştin û eşkecedan û koçberkirina Sûriyan bi dirêjiya pênc salan, heta dewletek wek Rûsiya ya herdem li kêleka Esed bû ku niha hest bi giringiya çareseriya siyasî di Sûriya de dike”.
Herwiha Merwa tekez kir ku Hevbendî û hêzên Şoreşê dikarin kargeriya deshilatê bikin “bi rêka hikûmeta demekî di dema ku çareseriya siyasî bête pêkanîn, di wê demê de wê desteyek fermanrewaya veguhêz hebe û wê lihevkirinek bibe li ser kesên (Tiknoqrat), yên xwidan bawername û şehrezayî û serborek baş, ne wek kesayetiyên rêjîma Esed yên destên wan di xwînrijandin û kuştin û azardana Sûriyan de heye”.
Jêder:Hevbendî