Cîgirê Serokê Hevebendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê ȗ Hevrikiya Sȗrî Hişam Merwa tekez kir ku Hevrikiya Sȗrî ȗ tevlî cudahiya pêkhatiyên wê, lê ew nerînek wê hevbeş derbarê pêşeroja Sȗrî di qonaxa veguhêz de heye, ȗ wê li kongirê Riyad gewde bibe.
Herweha Merwa got:” Me di Hevbendiya Niştimanî belgeya çareya siyasî pêş xist, tê de bi desteya Hevrêziyê, şepola Avakirina Dewletê ȗ Yekîneyên şoreşê re guftugo hate kirin, ȗ nerîn nêzîkî hev bȗn.
Merwa berdewam kir ku kongirê Riyad” Dikare vê nerînê bicî bîne, ȗ wê millet pêşeroja Sȗryayê destnîşan bike, ev hemȗ Sȗryayek azad dixwazin, dewleta qanȗnê, bê tiror ȗ tundrewî”.
Merwa di helwestên rejîma Esed de derbarê operasyona siyasî dudilî bȗ” Ew wê tenê qebȗl dike bo demê bêtir bidest bixe, lê eger vîna dirust li gel Civaka Navdewletî hebe, wê zextê li Iran ȗ Rȗsya bikin ta ku bihêlin Esed were ser maseya diyalokê”.
Jêder: Hevbendî