Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwa got: rejîma Esed keleman li pêş çareya siyasî li Sûryayê datîne, û rijd e li ser berdewamiya kuştinê li Sûryayê, û her roj deverên ava bi sarûx û bermîlên teqîner bumbebaran dike.
Di bersiva daxuyaniyên Esed yên dawî de yên li pêş rojnamevanên Rûs, Merwa destnîşan kir ku Esed serweriya Sûriyê bi dest Iran û Rûsya ve berdaye, û tawankariyên wî derheqê sivîlên Sûrî sedema sereke ye ji pêlên penaberan ber bi Ewrupa re.
Merwa berdewam kir ku Hevbendî ji destpêkê de bi çareya siyasî û piştgiriya wê pabend e, bo pêkanîna veguheztina siyasî a ji kokê de li Sûryayê, herweha pêkanîna hêviyên milletê Sûrî di desxistina azadî û rûmetê de. Dûv re jî Hevbendî bû piştgira daxuyaniya Cinêvê di pêkanîna desteya fermandariya veguhêz bi desthilatiyên tekûz, ku wê karibe serkirdayetiya hemû Sûryan di şerê tirorê de û vegerandina aramî û hedanê û avabûnê li Sûryayê bike.
Jêder: Hevbendî