Hîşam Merwa; cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî û derbarê daxuyaniyên vê dawiyê yên Esed yên bo rojnameyeka Siwêdî cext kir ku “Beşar Esed wê di kuştin û dubarekirina derwan berdewam be, û hîç bihane nînin li pêş Civaka Navdewletî di berdana serê vî tawankarî de “.
Merwa balkişand ku “pêşewaziya Esed ji destpêşxeriya Dî Mîstora re mîna xistina xweliyê di çavan de ye, piştî bikaranîna kîmawî li Idlibê û berdewamkirina tawankariyan li Sûriyê, û ew destpêşxeriyan bo encamdana tawankariyên zêdetir û bo çêkirina gêre û tevlîheviyê û terora bê dawî bikar tîne “.
Herwiha Merwa tekez kir ku Esed berdewam ji pirsên rêxistinên navdewletî yên girêdayî bi tawanên hêzên wî li dijî gelê Sûriyê direve, herwiha ji pirsên li ser eşkencedana dîkomîntkirî ya bi navê wî û bi navên alîkarên wî di zîndan û girtîgehên dezgehên hewalgeriyê yên tarî de direve “.
Jêder: Hevbendî