Endamê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê Hîşam Merwa, dibîne ko axaftina wezîrê Berevaniya Rûsî Sîrgî Şoygo li ser “paşxistina destpêkirina danûstandinan”, çi guherînê di helwesta Rûsyayê de diyar nake, çi berî dijminkariya Rûsî ya leşkerî li ser Sûriyê ya dawiya Eylûla 2015an be, an jî piştî wê be, û got Rûsya ji destpêkê ve piştgiriya operasiyona siyasî li Sûriyê nekieiye.
Merwa dibîne ko axaftinên wê yên berê jî yên li ser destpêkirina operasiyona siyasî careke din “vala û ne durist bûn”, û Rûsya bi dorpêçkirina sivîlan û bombebarandina wan ji bo koçberkirina kotekî tawanbar kir.
Merwa tekez kir ko Artêşa Sûrî ya azad “pêşveçûneke hêja” li bakurê Sûriyê pêk aniye tev li hemû kirdeyên Rûsya û got “viyana miletan têk naçe”.
Jêder: Hevbendî+Eljazîre