Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hîşam Merwe, îro, raporek derbarê binpêkirinên herî berçav li dijî penaberên Sûrî li Libnanê pêk tên, her weha pêşniyarên çareseriyê da sînor ji wan binpêkirinan re bên danîn, ji Desteya Siyasî re pêşkêş kir.
Û Merwe di rapora xwe de got ku nebûna parastina yasayî ji penaberên Sûriyê re, tawanên nefret û dijminkariyê dermafê wan û bikaranîna tundiya li ser bingeha cureya civakî hêsan dike.
Û bal kişand ser wê yekê ku kêşeyên ku penaberên Sûrî li Libnanê rastiyê tên zêde dibin, dema ew rûbirûyê cudahî û tundûtûjiya bi derbideriyê ve girêdayî dibin, her weha sepandina bendan li ser azadiya çûnhatinê û bidestxistina guhdana pizîşkî ya pêwîst, di demekê de ku zêdetir ji 90% ji penaberan di bin sînorê xizaniyê de dijîn.
Û Merwe tekez kir ku penaberên Sûrî li Libnanê di wergirtina xizmetguzariyên pêwîst de rastî kêşeyan tên, wek kêmbûna avê û nebûna kazînan û elektrîkê , di heman demê de jinên penaber ên Sûrî li Libnanê zehmetiyên dutaq dikişînin,bi riya tundûtûjiya nav malê, destdirêjiya seksî û cûreyên din ên tundûtûjiya li ser bingeha zayendî.
Û bal kişand ser wê yekê ku zarokên penaberên Sûrî li Libnanê di bidestxistina xwendin û parastinê de rastî zehmetiyan tên, û gelek ji wan di şert û mercên dijwar û nebaş de dijîn, her weha derdeseriyên penaberan di çarçoveya kêmkirina alîkariyên mirovî di warê hejmara sûdmendan û qebareya ku pêşkêşî wan dibin de ne, ev yek jî fişarê li ser penaberan û civaka ku ew hewandine peyda dike.
Û Merwe di raporta xwe de, pêşniyar kir ku pêwîst e peyam bo dewletên ku mêvandariya penaberên Sûrî kirine re bên şandin, nemaze desthilatên Libnanî, da ku çaksaziyên pêwîst di saziyên xwe de çêbikin, û yasayan bi awayekî kartêker nemaze yên ku îşkencê qedexe dikin cîbicî bikin, û helmetên bikaranîna yasayê rêkûpêk bibin, û yên ziyan dîtine bên qerabokirin.
Û cextî li ser pêwîstiya cîbicîkirina yasayên niştimanî û peymanên navdewletî yên girêdayî qedexekirina bikaranîna tundûtûjiyê û îşkencekirin û awayên din ên reftarên nemirovane kir, da misoger bibe ku hêza zêde û ne pêwîst ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di dema lêgerîn û serdegirtina kampên penaberan û cihên niştecihbûnê de neyê bikaranîn.
Û daxwaza danîna sînorekî li pêş çewsandin û tirsandina malbatên penaber kir, dema yek ji endamên wan bi pêkanîna tawanên wek terorê têne binavkirin gumanbar be, û divê endamên malbatê di dema serdegirtin û lêgerînên kampan de, yên ku bêyî destûrên dadwerî pêk tên, bêne parastin, û divê tu penaberek ji azadiya xwe bêpar nemîne, eger tawaneke eşkere li gor yasayan û rêşûnên yasayî pêk nanîbe.
Û Merwe temînî kir ku pêwîste desthilatên Libnanî bibîr bînin ku dersînorkirin bo Sûriyê binpêkirina bendên 3 û 5 yên Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan e, û bibîra desthilatên Libnanî bînin ku yek ji sedemên derbiderî û penaberbûna sûriyan vedigere cenga li ser sûriyan ji hêla rijêma tawankar bi hevkariya milîsên Libnanî yên bi ser hêzên Libnanî yên desthilata Libnanê ve ne, û ev yek jî berpirsyariyên zêdetir datîne ser milê hikûmeta Libnanê.
Û Raporê xwest ku lêvegerek ji doseyên kesên ku bi awayekî tekane an bi awayê komî hatine girtin re çêbibe, û garantî bibe ku xelk bi darê zorê bo deverên di bin kontrola rijêma Esed de neyên dersînorkirin, û ji desthilatên Libnanî û rêxistinên navdewletî û rêxistinên civaka sivîl xwest ku bi bizavên piştgiriyê yên xwecihî û navdewletî ji bo çakkirina mafên mirovan li deverê di riya fişarên li ser ailyên pêwendîdar bi karûbarê penaberan li Libnanê rabin.
Û Merwe di dawiya rapora xwe de, komek çareseriyên pratîkî ji bo kêmkirina binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî raxistin, ji wan: Hebûna komîteyeke navdewletî ji bo lêkolîna tam derbarê hemû binpêkirinên ku dijî penaberên Sûriyê li Libnanê pêk tên, û bersivdana bilez a giliyên penaberan bi rêya damezrandina ofîsa giliyan li baregeha Komisyonê, dabînkirina parastina yasayî ji bo her penaberekî ku rastî tundûtûjiyê hatiye, yan jî dibe ku rastî wê were, lêkolîna ji bo vegerandina pîvana alîkariya penaberan bi nirxê dolar re, bersivdana bilez ji rewşên awarte re, her weha dozên binpêkirinên din yên ku ji Ofîsa Karûbarên Penaberan re têne şandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî