• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 9 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Mihemed: Dîmenên Tirsnak yên ku li Taxa Eltedamun Eşkere Bûne Hewcedarî Iivandina Doseya Lêpirsîn û Sizakirinê ne

April 29, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Mihemed: Dîmenên Tirsnak yên ku li Taxa Eltedamun Eşkere Bûne Hewcedarî Iivandina Doseya Lêpirsîn û Sizakirinê ne

Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Besme Mihemed, tekez kir ku titşê ku rapora rojnameya “The Guardian” a Birêtanî eşkere kiriye, û têde dîmenên tirsnak ên serbazên Esed diyar dibe ku çawa sivîlan li taxa Eltedamun li gundewarê Şamê dikujin û dişewtînin, tenê beşekî biçûk e ji wêneyê tam ê ketwarê ku Sûrî têde bi dirêjiya 11 salan dijîn,  salên ku têde rijêmê bombebarana asîmanî û zemînî bi hemû cureyên çekan pêk aniye, her weha bikaranîna çekên qedexe li ser asta navdewletî tevî çekên kîmawî jî.

Û Besme Mihemed di daxwiyaniyin taybet de îro, diyar kir ku pir nîşan hene tekez dikin ku rijêma Esed tawan pêk anîne, û di serî de dermafê girtiyan, nemaze yên ku dîdevanê Qeyser bi wêneyên diyar çespandine, her weha bikaranîna çekên kîmawî ya ku vekolînên navdewletî piştrast kiriye.

Û Mihemed got ku vîdyoya tomarkirî ya ku rojnameya Birêtanî belav kiriye, û karvedanên di pey re derketine, hişt ku Sûrî li helwesta civaka navdewletî û di serî de ya Emrîka û Yekîtiya Ewropa bipirsin, gelo dê bersiva wan derbarê vê tawanê çawa ba, eger li Okranya rû daba, û danûstandin pêre dê bi çi rengî ba?

Û Mihemed bal kişand ser ku baweriya sûriyan bi tevaya aliyên navdewletî nemaye, bi sedema qebareya sersariya wan û helwesta wan ya lawaz derbarê her tiştê têkildarî Sûriyê di warê doseyên mirovahî û siyasî de.

Û ji civaka navdewletî xwest ku bi pabendiyên xwe yên derbarê sûriyan re wefedar bin, û kar li ser vejandina pirosesa siyasî bikin, û doseya Sûrî ji nû de deynin ser maseyê û tevaya rêyên biryara navdewletî 2254 û di serî de Desteya Hikumdariya Veguhêz vekin.

Û tekez kir ku gihiştina çareya siyasî ya hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne, dikare sembolên tawankariyê li Şamê birûxîne, û alîkariyê di çareserkirina tevaya pirsgirêkên sûriyan de bike.

Û daxwaza destêwerdana saziyên navdewletî yên bi ser Netewên Yekbûyî ve kir, da bi awayekî yekser lidûvçûna tawanbarên cengê bikin, tevî ewên ku li dewletên Ewropa û dewletên erebî digerin, nemaze li dewletên ku kar li ser normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed dikin.

Û Mihemed tekezî li ser pêwîstiya şopandina doseya girtiyan bi awayekî cidî û çalak kir, daku di serbestberdana girtiyan de bi awayekî bilez alîkar be, û çarenûsa binçavkiriyên kotekî yên di zîndanên Esedê tawankar de diyar bibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Beme MihemedEşkerekirina The GuardianTaxa Eltedamun
ShareTweetSend

Posts Related

No Content Available
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê Şermezar Dike

Raporek Meydanî: 14 Şehîd û 30 Birîndar Qurbaniyên Rêjîma Tawankar û Milîsên PYDe Yên Terorîst li Deverên Rizgarkirî di Heyva Bûrî de

Rehmê: Dana Rêjîma Esed Welatîbûna Sûriyê ji Milîsên Îranî re Ne Yasayî ye û Destdirêjiya Îranê li Sûriyê Hewcedarî Roleke Erebî ye bo Rûbirûbûna wê

Hevbendiya Niştimanî Peyamekê ji Urdinê re ji bo Alîkariya Nişteciyên Kampa Elrukban Dişîne

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.