Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, rexne li NY girtin ji ber nekarîna wê ya bicihkirina biryarên xwe yên ji bo gihandin û derbaskirina alîkariyan ji navçeyên dorpêçkirî re, û herwiha ji ber têkşikestina wê di parastina karwanên alîkariyan de, yên terxankirî ji bo xelkê dorpêçkirî. yekser piştî talankirin û dizîna karwanekî alîkariyên mirovî yên NY li roja duşemê dema ber bi taxa Elwe’ir a dorpêçkirî li Himusê diçû. û karwan vegeriya bi sedema bombebarankirina wî ji aliyê hêzên Esed , û di riya vegerê de ji aliyê milîsên binavê “hêzên Elrida”, û hejmarek ji kemyonan hatin revandin û barên wan hatin dizîn, û hêjayê gotinê ye ku hêza navhatî hêzek mezhebperist e û kar dibin sîbera Rijêm û Îranê de dike.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de daxwaza standina rêşûnan li ser bilindtirîn ast ji NY kir, ji bo gerantiya cêbicêkirina erkên xwe, tevî giringiya rakirina hemû astengiyên Rijêm û milîsên wê çêdikin. ji bo rê li gehandina alîkariyan bo xelkê pêwîstdar bigirin.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwaza bizavek bilez ji NY kir ku alîkariyan ji navçeyên dorpêçkirî re bi rêka firokan bavêje, û nemîne li benda hîç hemahengiyekê yan alîkariyekê ji aliyê Rijêmê, ya berdewam rê digire û astengiyan têxê di pêşiya derbasbûna alîkariyan de, hevdem ku berdewam rêkeftin û agirbestan binpê dike.
Li aliyek din, hêjî hêzên Esed berdewam in di dorpêçkirina taxa Elwe’ir û armanckirina xaniyên sivîlan bi betlên teqîner û topên giran, û îro her ji sibê ve taxa Elwe’ir bi dehên rokêtên tank û topên hawinan û reşaşên şêlka tê bombebarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihabdina Hevbendiya Niştimsnî