Komek ji endamên Asayişa PYD, doh duşembê, Hewas Xelîl endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê û endamê Encûmena Niştimanî Kurdî ji mala wî li bajarokê Girkê Legê revandin û ew ber bi aliyekî nediyar ve birin.
Hevbendiya Niştimanî ev kiryar pirotesto kir, û dît ku ev karekî “serkutkitinê ye, her demê ji hêla milîtanên PYD ve dubare dibe, û binpêkirinan dike ji bo hilanîna rikberan ji meydanê, bi revandina çalakvanan û kesên opozisyon, ji ber helwestên wan û pirojeyên wan ên siyasî”.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku“siyaseta zordarî ya desthilatan di çi dem û cihî de be her wek hev e, û herdem dixwazin yê li dijî nerîna wan be têk bibin, ev jî wek Rêjîma dictator in ji alî girtin û devgirêdanê de.”
Hevbendiyê berpirsiyariya vê kirdeya nepejirandî û encamên wê, da ser milê serpereştiya PYD, û daxwaza berdana yekser ji Hewas û hevalê wî Ced´an re her weha hemû kesên ko hatine revandin ji hêla PYD ve kir.
Hevbendiya Niştimanî silav û rêzên xwe bo endamê Encûmena Kurdî Hewas Xelîl û hevalê wî re pêşkêş kirin, û hêviya azadiyê ji wî û hevalê wî re û hemû girtiyên ko di zindanên PYD û Rêjîma Esed de ne kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî