Hevendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê girtina endamê Hevbendiyê Ebdulhemîd Temo pirotesto kir, û tekez kir ko ev tawankarî kopiyek ji tawankariyên rêjîma Esed e.
Daxuyaniyê diyar kir ko komeke çekdarên bi ser milîtanên PYD ve mamoste Ebdulhemîd Temo duh yekşemê ji herêma Dirbêsiyê li gundewarê Hesekê revand.
Û bal kişand ser ko Mamoste Ebdulhemîd Temo endamê Hevendiya Niştimanî û endamê Encûmena niştimanî ya Kurd û berpirsiyarê peywendiyên derve yê şepêla paşeroja kurdî û birayê şehîdê têkoşer Mişel Temo ye.
Hevbendiyê daxwaz kir ko mamoste Ebdulhemîd Temo û hemû çalakvan û girtiyên di zindanên PYD de bi lez û bê merc bêne berdan, û hişyarî da ji berdewamiya zordarî û binpêkirinên derheqê sivîl û çalakvanên miletê Sûrî dibin.
Hevendiya Niştimanî got ko ev ‘’ tawankarî pirotesto û redkirî ye, ew kopiyeke ji tawankariyên rêjîma Esed, ji bo milet bitirsîne û viyana wan têk bidin. ‘’
Hevendiya Niştimanî daxwaz kir ko ‘’li pêşberî van tawankariyan hevbendiya niştimanî careke din tekez dike ko giring e hemû cûreyên piştgiriya van milîtanan yekser bêne rawestandin.’’
Jêder: Nivîsgeha Ragehandinê ya Hevendiya Niştimanî