Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, mamoste Ebdul Rehman Mistafa, cext kir ku rêjîma Esed “Şêweyê xwe yê pêkanîna tawanan naguhere”, û dubare tekez kir ku her hewlek ji bo vegerandina penaberan li navçeyên di bin kontrola hêzên Esed de, wek “Şandina wan ber bi mirinê de ye”.
Mistafa li roja çarşemê di daxuyaniyeke taybet de bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî hişyarî dabû civaka navnetewî ji metirsiya li ser vegera penaberên sûrî ji bo deverên di bin destê rejîma Esad de, ji berî bicîkirina gavên di biryarên navnetewî de hatine, yên dabînkirina seqayeke aram û ewle û bêalî.
Mistefa got ku daxuyaniyên dawiyê yên Wezîrê Karûbarên koçber û penaberan yê Libnanî, Mo’în Elmri’bî, li ser kuştina hejmareke penaberan piştî vegera wan bo Sûriyê ,” Rastiya tirsa me û ezmûna me bi rêjîmê û çekdarên Îranê yên terorîst re piştrast dike”, û diyar kir ku eger penaber bêne vegerandin, wê li ser berpirsiyariya hikûmeta Libnanê be, û piştrast kir ku veger wek “Şandina ber bi mirinê de ye”.
Û got: “Em dizanin ku rejîm şêweyê xwe yê tawankariyê naguhere”, matmayîna xwe nîşan da li hember welatên “Hatine xapandin û dixwazin xelkên din jî razî bikin bi hiştina rêjîma Esed”.
Û bang ji bo dadpirsîneke navnetewî derbarê kuştina penaberên Sûrî yên vegerayî ji Libnanê kir, û daxwaza aşkerekirina encamên wan lêkolînan kir, ji bo eşkerekirina kirêtiya hemû sûcdaran û misogerkirina sizadana wan li pêşiya dadgeha tawanên navdewletî.
Wezîrê Libnanê Mo’în Elmri’bî gotibû ku agahiyên wî li ser kuştina hin penaberên Sûrî yên ku heyva hezîrana borî vegeriyabûn welatê xwe hene, û diyar kir ku ji aliyê hin hevalên xwe li hefteya borî bi tawana kuştinê ya dawî hatibû agahdarkirin, û diyar kiriye ku ew tawan li dijî malbatekê ji bajarokê “Elbaroha” li gundewarên Humsê hatiye pêkanîn, û diyar kir ku ” Fermandarekî asayîşa rejîmê derbasî nava malekê bû, û bav û kur û biraziyekî bav kuştin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê