Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa daxwaz ji Rûsya kir ko fişarê bide ser Esed bo ji desthilatê derkeve, û dest bi pirosêseke siyasî ya rastîn bike ko veguhastina siyasî ya tekûz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 misoger bibe.
Mistefa di daxuyaniyeke taybet de îro got ‘’ me daxwaz ji Rûsya kir ko bêlayen be û alîkariyê di sivikkirina tundûtûjiyê de bike û welat ber bi aramiyê ve bibe ko pirosêsa siyasî pêk were û desteya desthilatdar ya veguhêz bi hemû karûbarên tekûz bête damezirandin li gora ko di biryarên navdewletî de hatiye.‘’
Û weha berdewam kir: ‘’ Rûsya piştgiriya rêjîmê û berfirehkirina kuştina sivîlan û tawankariyên cengê bijart, û ew ji sizayên bikaranîna çekên kîmawî parast ‘’, gerek Mosko ji piştgiriya rêjîmê helwesta xwe biguhere û li hevkariyê vegere digel endamên encûmena ewlehiyê bo bobelata Sûrî bidawî bibe ko rêjîma Ebeşar Elesed bête rakirin û beşdarbûna pirosêsa siyasî de bike.
Derbarê kampanya leşkerî ya li dijî rêjîma Esed ya ko berbanga îro destpê kir, Mistefa got ku rêjîmê ne tenê bi çekên kîmawî miletê Sûrî kuştine, lê bi çekên din bêtir ew kûtine, ko bûye sedema kuştina sedhezaran qurbanî.
Mistefa daxwaz ji Emerîka, Birîtanya û Firensa kir ko kampanya xwe berfirehtir bikin ko bigehê hemû bargehên rêjhîma Esed, yên ko ji heft salan ve Sûriyan pê bombebaran dike û zarok û jinan dikuje.
Mistefa dibîne ko berfirehkirina bombebaranê dê rêjîmê neçar bike ko ji biryarên navdewletî re yên ko bingeha çareseriya siyasî ne serê xwe bitewîne, her weha tekez kir ko giring e dadpirsîn bi Esed re bibe li ser pêkanîna tawankariyên cengê derheqê sivîlan û bi taybetî piştî ko diyar bûye çekên kîmawî bikar anîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî