Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, êrîşên Rusan li ser gundewarê Idlibê şermezar kirin, ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek kesên din, bi bikaranîna bombeyên fosfora qedexekirî, û tekez kir ku ew dikevin di nava tawanên şer de.
Mistefa îro di twitekê de got ku ” bombebarana Rûsî li ser Idlibê bi tawanên şer û dijemirov tê pejirandin”.
Mistafa red kir ku ew operasyon bi kordînasyona ligel Tirkiyeyê ve hatine pêkanîn, û got ku wî pêwendî ligel Tirkiyeyê kiriye li ser daxuyaniyên Rusan derbarê hevkariya di navbera wan de li ser vê bombebaranê, û anî ziman ku daxuyaniyên Rûsya ji aliyê Enqereyê hatin redkirin, û got ku ew daxuyanî tên “wekî beşek ji propaganda medyaya derewîn”.
Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî dabû zanîn ku bombebarana Rûsya ya dawî û êrîşên leşkerî yên rejîma Esad û bikaranîna fosfora spî, binpêkirin e ji peymana Idlibê re, û hewldan e ji bo têkbirina her bizaveke navnetewî ya ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku ev zêdegaviyên rejîmê tên di heman demê de ku sêyemîn konferansa dewletên piştgir li Brukselê paytexta Belçîkayê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Netewên Yekbûyî, ji bo “alîkariya paşeroja Sûriyê û herêmê” lidar dikeve .
Herwisa Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku plana rejîmê û hevalbendên wê palê dide ser oparseyonên berdewam û komkujiyan û tawanên şer. Û bal kişand ku ev yek tên pêkanîn ji bo rê li çareseriya siyasî bigire, û hewldanên navnetewî yên ber bi çareseriyê ve têk bide.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî