Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, giringiya rola jinê piştrast kir di pêkanîna guhertineke berfireh di welêt de ya li gorî biryarên navnetewî yên derbarê Sûriyê, û da zanîn ku aktivkirina beşdariya rast ya jinên Sûrî wê bi awayekî berçav bibe bingeh ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berdewam.
Ev daxuyaniyên wê hatin li perawêza workşopekê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, li bajarê Gaziantepê li êvara pêncşemê û roja înê hatibû lidarxistin, bi amadebûna 30 xaniman ji Hevbendiya Niştimanî û desteya danûstandinê û hikûmeta demî û encumenên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl.
Mûsa, diyar kir ku worktopê hejmarek ji jinan ji deverên cuda cuda yên Sûriyê kom kirin, û diyar kir ku ew li ser gotûbêjkirina stratejiya ji bo bicihkirina biryara 1325, û wergerandina bîrdozên ewlekarî û aşitî û geşepêdanê yên taybet ji bo beşdariya jinan ber bi gavên pratîk xebitîn.
Û diyar kir ku wan”Behsa arîşeyên dikevin riya beşdariya jinan û aktivkirina rola wan bi awayekî zêdetir di sazî û dezgehên Sûrî de” û da xuyakirin ku wan çareserî pêşkêş kirin û “Gavên berçav avêtin ji bo zêdekirina beşdariya jinan bi taybetî di prosesa siyasî de”.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî got: ku “Rola jinê giring e di avakirina aştiya berdewam de, ji ber ku ew faktoreke sereke ye ji bo guherînê û nûnertiya nîvê civakê dike”, û piştrast kir ku jinên Sûriyê, tevî mercên dijwar yên li ser wan, ji bo bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina civakeke demokratîk ya dadperwer dixebitin.
Û got ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke taybet dide çalakkirin rola jinê bi awayekî bêhtir di civakê û desteyên siyasî de, û hewl dide ji bo bicihanîna hemû pîverên navnetewî yên taybet bo nûnertiya jinan di desteya wê ya giştî û siyasî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê