Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, protestokirina xwe nîşan da li hember hewldanên Rûsyayê yên ji bo pêkanîna projeyekî bi zorê ji bo vegerandina penaberên Sûrî bo Sûriyê, tevî hebûna bi milyonan kesên derbider di nava axa Sûriyê de, û tekez kir ku ya herî girîng ew e ku koçber vegerin cih û malên xwe. Û dît ku pêşinde ew e, vegera koçberên kotekî yên bi destê rejîmê û hevalbendên wê bi darê zorê hatine koçberkirin.
Mûsa, îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku pêwîstî heye bi peydakirina “mercên guncayî ji bo vegera bi dilxwazî û bi rûmet û ne vegera bi darê zorê û neçarkirina li ser qebûlkirina şert û mercên ewlekariyê û destûran yên bi destê rejîma Esad.”
Mûsa got ku hewldanên Moskow ji bo penaberan bike derbider, bi xwe “tawaneke nû ye, bi neçarkirina bi mîlyonan penaberên Sûriyê li ser vegerê, di dema nebûna atmosfereke ewle û aram de”.
Wê got ku “plana Rûsan zelal bû, dema ku nîqaş li ser avakirina navendên hêwirandina penaberan dikir, anku ew baş zane ku penaber bo deverên wan nayên vegerandin.”
Mûsa, bal kişand ser ku vegerandina penaberan bo herêmên ku ne herêmên wan ên resen in li Sûriyê, wê operasyonên guhertina demografî yên ji aliyê rejîmê li ser astekî berfireh di salên dawî de di bin sîwana Rûsiya û Îranê li welêt dibin, zêdetir bike.
Netewên Yekbûyî duhî li roja sêşemê ragihand ku zêdetir ji 1.2 milyon kes li hundir Sûriyê di nîva pêşîn ya vê salê de ji warên xwe hatine koçberkirin, û Alîkarê peyivdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Erie Kaneko, di konferanseke çapemeniyê de li avahiya rêxistina NY li New York, got ku “Netewên Yekbûyî hêjî hest bi nîgeraniyeke mezin dike, li hember koçberkirina berfireh ya li hin deverên Sûriyeyê dibe”.
Mûsa destnîşan kir ku nevegera hejmara mezin ji xelkê bo war û malên û herêmên xwe, nîşana tirsa wan ji rejîma Esed e , ji ber nebûna atmosfereke aram û seqamgîr ya behsa wan di tekstên daxuyaniya Cenevê û biryara 2254, herweha di hemû yasayên navdewletî yên taybet bi mafên penaberan hatiye kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê