Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa, nameyek ji serokê dewletên hevalên gelê Sûriyê û ji encûmena hevkariya kendavê û komkara dewletên Erebî re şande, têde metirsiyên yasaya 10 ya ji hêla rêjîma Esed derketiye şirove kirin, û dibîne ko ew xizmeteke mezin ji pirojeyê Îranî re dike, bo bêtir destêwerdana Sûriyê bike.
Mistefa hişyarî da ji encamên biryarê li ser koçber û penaberên hindir û derveyî Sûriyê, û diyar kir ko li gor wê yasayê wê rêjîm derstê xwe deyne ser malên xelkê ko derketine çi yên kesên li Sûriyê bin yan ên li derve bin, û mafê vegera malan nadin yên ko bi sedema dorpêçê û operasiyonên leşkerî yên ko rêjîmê û milîtanên tirorist yên Îranî koçber bûne.
Mistefa di nameya xwe de encamên kargeha kar ya ko Hevbendiya niştimanî di heyva nîsana borî de bi hevkariya rêkxistina (Elyewm Eltalî) ya derbarê yasaya hejmar 10 û bandora wê li ser miletê Sûrî ya bi beşdarbûna dadwer û parêzer û fermanber û destûrnas û çend pispor ji sendîkeya endazyaran û fermangehên şaredarî û nivîsgeha xwedîtiya eqaran şirove kir.
Kargehê dît ko yasaya 10 hewildaneke ji bo rêjîm tawankariyên xwe yên koçkirina kotekî rewa bike, û encamên wan bicih bike, û derfetê li pêşberî niştecihên nuh yên ji rêjîmê piştgirtî ne û bi ser Îranê ve ne veke, û wê ev alîkar be ko destê Îranê bêtir bike, ne tenê yê leşkerî , lê belê guhertina dîmugrafî jî pir dike, hem jî rê dide kompaniyên Îranî ji bo herêmên istiratîcî û zindîdar li Şamê û gundewarê wê û herêmên din yên Sûriyê kontrol bikin.
Serokê Hevbendiya niştimanî ji civaka navdewletî daxwaz kir ko vê yasayê rawestînin û mafên miletê Sûrî û miilkên wan biparêzin, û nehêlin Îran pirojeyên xwe cîbicî bike, hişyarî da ji cîbicîkirina yasaya 10 ya ko wê bihêle jinûve-avakirin biçe ji niştecihên nû re, ya ko dibe sedema guherîna dîmugrafî ya rêjîm pêk tîne, û nahêle penaber paşerojê li mal û milkên xwe vegerin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî