Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, namak ji Wezîrên derve yên Koma navdewletî ya piştgiriya Sûriyê re şand, da wan agahdar bike bi bikaranîna rêjîmê û hevalbendên wê ji çekên qedexekirî re, û pêkanîna wan ya berdewam ji kuştaran re .
Elebde di nameya xwe de doz kir ko pêngavên yekser û di cih de bavêjin ji bo vekolîn di tawankariyên rêjîmê û hevalbendên wê de derheqê sivîlan dabînkirî be, ji hêla aliyên navdewletî yên bi evê mijarê têkildar in, di nav de jî Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî û hem alavên vekolîna hevbeş û Komîta vekolîna navdewletî, her wiha doz kir ko berpirsiyarên ewan tawankariyan bêne sizakirin û nema dubare bibin.
Elebde di nameya xwe de destnîşan kir ko rastîniya rêkxistina navdewletî di ezmûnê de ye, û têkçûna wê di vê ezmûnê de baweiyê bi xwe nahêle.
Elebde got: “em balê didin ser bizava rastîn ya hevalên me di koma piştgiriya navdewletî, da nama dilaramiyê ji miletê Sûriyê re bişînin, û bi kirinê ne bi gotinê wê operasiyona siyasî ji têkçûnê rizgar bibe.”
Rêjîma Esed û Rûsya Napalma sotandinê û Bermîlên teqîner û bombeyên valahî û yên Goşî û gaza kilor ya jehirkirî di cengên xwe de li dijî sivîlan li hemû Sûriyê û bi taybetî Heleb, Idlib û Dareya bikar anîne.
Elebde di nameya xwe de anî ziman ko Esed û hevalbendên wî gihane asteke nû ji hovetiyê û sivkatiya bi jiyana mirovan û yasaya navdewletî bi armanca dilsariyê di derûniya xelkên Sûriyê de çêke û hewl dide viyana wî bişikîne.
Jêder: Hevbendî