Desteya danûstandinên Sûrî du nameyên cuda evro pêncşemê bo Ger Bederson şandyarê navdewletî şandin, tê de kirdeyên bombebarana rêjîma Esed li dijî sivîlên Idlib pirotesto kirine, û di heman çaxî de daxwaz jê kirine ko pirosesa danûstandinan digel karê komîta destûrî dîsa dest pê bike.
Desteyê tekez kir ko kirdeyên bombebarana dijî sivîlan li gor sistema Roma ya bingehîn û yasaya navdewletî tawanên cengê ne.
Desteyê daxwaza civîneke encûmena ewlehiyê ji Netewên Yekgirtî kir, tako dijminkariya rêjîmê û piştgirên wê pirotesto bike, û biryareke pabendîpêkirî bo rawestandina şer bide.
Desteyê destnîşan kir ko pêdivîya berhemdana komîta destûrê bi zemîneke aram û ewle û bêlayen ji Sûriyan re heye, û ew zemîn hewcedarî gotûbêjekê ye li ser desthilata ko karibe wê misoger bike.
Bal kêşand ser giringiya gotûbêjkirina zembîla hilbijartinan li gora benda çarê ji biryara encûmena ewlehiyê 2254, bi piştgiriya encûmena ewlehiyê ji bo pêkanîna piroseseke siyasî ya desthilatdareke xwedan bawerî ji hemû aliyan, da hilbijartinin azad û paqij pêk bîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî