Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nameyên nû şandin ji wezîrên derve yên girûpa piştgiriya Sûriyê (ISSG) re, têde daxwaza parstina sivîlên taxa Elwe’r û misogerkirina mafên wan di mana di bajarê xwe de kiriye, û herwiha daxwaz kiriye ku rê bête girtin li dubarekirina sînaryoya koçberkirina nişteciyên Dareya.
El’ebde di nameya xwe de got ku “tişta li Dareya qewimî dexmeyek kirêt e di dîroka sîstem û yasa navdewletî de, ku rê hat dan bo rêjîmeka jirêçûyî ku berdewamiyê bide kiryarên koçberkirina neçarî”, herwiha dubarekirina sînaryoyek din îro bi dûr nexist, û dibe ew sînyaryo bibe sedema beravîtîkirina hemû bizavên navdewletî yên ji bona destpêkirina piroseya siyasî dibin.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî di demek pêştir de nameyek ji girûpa wezîran şandibû, û têde hişyarî dabû li ser hewlên rêjîma Esed yên ji bona neçarkirina xelkê Dareya li ser sepandina agirbesteka xwecihî ya bêdad û nerewa, û bibe sedema koçberkirina sivîlan.
Ele’bide di nameya xwe de daxwaz ji girûpa dewletên piştgir kir, ku bi standina helwestên vebir rabin, ji bona rawestandina oparisyonên kuştina sivîlên dorpêçkirî û rawestandina bombebarankirina jêderên jiyanê û navendên mirovî û pizîşkî, bi rêka neçarkirina rêjîma Esed ji bo pabend bibe bi birgên Rêkeftina Agirbesta Rawestandina Karên Dijminkariyê.
Herwiha Ele’bide tekezî li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî û derman û keresteyên nojdariyê bo dorpêçkiriyan kir, û herwiha giringiya dabînkirina riyên veguhestina aram bo birîndaran, tevî encamdana lêkolînekê derbarê bikaranîna bombeyên napalim û bikaranîna kiryarên koçberkirina neçarî ji aliyê rêjîmê ve.
Jêder: Hevbendî