Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres, û Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî Ebdellah Elşahid, û Seroka Encumena Ewlekariyê ya xola niha Linda Thomas-Greenfield nûnera herdemî ya Emrîka di Netewên Yekbûyî de, derbarê lêborîna derew yaku rijêma Esed dermafê girtiyan derxistiye kir.
Û Elmislit tekez kir ku lêborîna ku tawankar Beşar Esed derxistiye tenê xapek e daku komkujiya taxa Eltedamun yaku rojnameya The Guardian li vê dawiyê eşkere kiriye veşêre.
Û Elmislit bal kişand ser ku Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî operasyonên girtina kotekî ya berfireh û rêbazkirî yaku rijêm pêk tîne ronî kirin, û diyar kir ku hejmara girtiyan bêhtir ji 132 hezaran e, di dema ku kesên li gorî lêborîna derew hatine serbestberdan ne zêdetir ji 500 kesî bûn.
Û tekez kir ku girtiyên di zîndanên Esed e rastî tundtirîn îşkenceya govdeyî û derûnî tên, ew rewşa ku saziyên navdewletî belge kiribû, û Saziya Lêborînê ya Navdewletî gotibû ku zîndana Sêdnaya qesabxaneyeke mirovan e û cihê herî pîs e li ser rûyê zemînê, ji ber ku têde operasyonên bidarvekirinên komî û operasyonên qirkirinên rêbazkirî dermafê girtitiyan pêk tên.
Û Elmislit bal kişand ser ku çawa rijêma Esed bi hestên xwediyên girtiyan dileyze, ji ber ku wêneyên malbatan li meydanên giştî gava li benda çi nûçeyî ne li ser girtiyên xwe, cihê dilêşiyê ne.
Û tekez kir ku ev hejmara mezin ji tawanên ku rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê û nemaze dijî girtiyan pêk tîne, dihêle ku hemî dewletên ku piştgiriya vê rijêmê dikin an têkliyan pêre normal dikin hevpişk bin di tawanên dijî gelê Sûriyê de.
Û daxwaza liveke bilez û karê cidî bo misogerkirina serbestberdana girtiyên di zîndanên Esed de û eşkerekirina çarenûsa wan û danîna sînorekî ji komkujiyên berdewam li Sûriyê re ji Netewên Yekbûyî kir, û daxwaza pêkanîna dadmendiyê di riya berpisyarkirina rijêma Esed di ber tevaya tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê de yên ku bi dirêjiya salên bûrî pêk anîne kir.
Û bang li endamên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî kir, ku bi awayekî cidî û durust bixebitin, daku bighînin çareya siyasî li Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê berçav bigirin.
Û cextî li ser pêwîstiya sizakirina rijêmê li ser tawanên wê, tev yên ku têde çekên kîmawî bi kar anîne kir, û endamtiya rijêmê di tevaya saziyên navdewletî de rawestînin, ji ber ku ne nûnerê gelê Sûriyê yê rewa ye.
Û Elmislit daxwaza piştgiriya avakirina mîkanîzmeke piratîk bo cîbicîkirina biryara Netewên Yekbûyî 2254 bi awayekî tam ji civaka navdewletî kir, nemaze avakirina desteya hikumdariya veguhêz, yaku gewherê pirosesa veguhastina siyasî li Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî