Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Riyad Ne’isan axa got ku “rêkeftina dewletên zilhêz li ser avêtina alîkariyan bi firokan, ew bi xwe nîşana nekarînek metirsîdar e, herwiha kêmasî ye di mijara derbaskirina alîkariyan ji navçeyên dorpêçkirî re”, Axa ev gotin duhî li ser encamên civîna Girûpa Piştgiriya Navdewletî gotin.
Ne’isan axa pirsyar kir: “gelo ma Rûsiya ne di nav wan dewletan de ye, ew bi xwe fermanan dide rêjîmê û serkirdayetiya wê ya serbazî dike? Heger nikarin qotîyek şîr derbas bikin wê çawa bikaribin çareseriyek aştiyane bibînin?”.
Herwiha da zanîn ku “çareserî piştî kongirê Viyêna xirabtir bû ji berê, hin hêviyên piçûk li ser kongir dihatin girêdan ku hebû bibe gavek li pêş, lê me dît deh gavan bi paş de vegeriya”.
Ne’isan axa got ku ” Rûsiya êrîşî opozisyonê dike û kar dike ji bona têkşikandina wê, û heta niha jî her dijberekî Esed bi terorîst binav dike”, û got : ku “hebûna gera nû ji danustandinan, ma girêdayî bi rewşa li ser zemînê, ji ber îro gotin bûye ya meydanê, piştî têkşikestina civaka navdewletî bi carekê re”.
Jêder: Hevbendî +Elşerq elewset