Cîgirê Serokê Hevbendiya Sûrî Hişam Merwa tekez kir ku “Helwesta Hevbendiyê û Hevrikiyê ji çareya siyasî diyar bûye, û mijar tenê maye girêdayî eger Dî Mîstora wê karibe Encumena Ewlehiyê bi pêwistiya pêkanîna biryara kongirê Cinêvê bi hemû bendan wê razî bike”.
Merwa daxuyaniyên Wezîrê Derve yê hikûmeta Esed ku dibêje tiştê pêşinde şerê tirorê ye wisa şîrove kir” Neciddîbûnek di destpêkirina çreya siyasî de ye û wendakirinek ji demê re ye ” Merwa tekez kir ku “ derengî û nekirina zextê ji hêla Civaka Navdewletî li ser rejîma Esed derfetek daye wî bo pêkanîna kuştar û tawanin bêtir derheqê milletê Sûrî, û di encamê de berdewamiya gerîneka tundiyê li Sûriyayê”.
Merwa pabendiya Hevbendiyê bi pêkanîna biryarên kongirê Cinêvê,derbarê çûna operasyoneke siyasî ya veguhêz bo fermandariyê li Sûriyayê, ku tu rol ji Beşarê Esed û sembolên wî yên tiliyên wan di xwînê de heye tekez kir, û herweha pirsgirêka şerê tirorê jî”.
Li ser tevgera Dî Mistora a dawî, Merwa di daxuyaniyekê ji El- Şerq El –Ewset re got” Diyar e ku Dî Mistora piştî gera xwe li Qahirayê, Tehran, û Beyrûtê hewl dide kongirê Cinêvê di riya pêşkêşkirina nerînin nû vejîne, wî li Qahirayê helwestek giring stend dema got (Divê rijandina xwînê li Sûryayê raweste), herweha li ser (Nerînên hevgirtî û giring) ku Hevrikiyê radestî wî kirine axivî, û wî berî niah ragihandibû ku ew matmayî maye ji belgeyên ku rêjeya 90% ji nerînên yekîneyên hevrikiyê radestî wî kirine yek nerînin , û di hemûyan de hatiye ku xalên kongirê Cinêvê lê rawestiyaye xêzeke sor e û jê nayên xwarê”.
Merwa derbarê ferzkirina çareya siyasî diyar kir” Eger viyan û daxwaz li rex rejîmê û hevalbendên wê hebe, dibe ku çare heb, lewra serdana Dî Mistora bo Tehranê ji nişkave bû, dibe ku serdanek bo Moskoyê jî bo pêşxistina ber bi çûna operasyona siyasî de hebe,”.
Jêder: Hevbendî