Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê tekez kir ko giring e Yekîtiya Ewropî pêngavine piraktîk bavêje ji bo Esed ji sizakirina sivîlan li seranserî Sûriyê birawestîne û parastina wan dabîn bike.
Ev di nameyekê de nûnerê Hevbendiyê di Yekîtiya Ewropî de Miwefeq Nêrebiyê îro înê ji Balyozên komîta siyasî û ewlekariyê ya Encûmena Yekîtiya Ewropî re şand. Tê de bal kêşand ser ko Rêjîma Esed û milîtanên hizbullaha tirorist 40 hezar kes li bajarê Meddaya li Gundewarê Şamê dorpêç kirine.
Nêrebiyê doz li Yekîtiya Ewropî kir ko çi hevpeyman çê bibe gerek garantî hebin da alîkariyan ji bo Meddaya û Herêmên dorpêçkirî bigihînin wan û bê merc bin. Hem jî di bin çavdêreyeke tund de bin da bi garantî bigihên wan.
Nêrebiyê tekez kir ko rewş nayê pejirandin çimkî sivîl ji birçîna dimirin di heman çaxê ko rêjîm mercan datîne ber rêkxistinên cîhanî ko xwe bigihînin cih. Bêtir got: “nehêlana cîbicîkirina yasaya navdewletî li Sûriyê dê rewşa bi milyonan sivîl têke metirsiyê û hem hewldana çareseriya siyasî jî têk dibe.”
Di hefteya buhirî de nûnerîtiya Hevbendiyê digel berpirsiyarên Ewropî û nûnerên dewletên endam di Yekîtiyê de di derbarê rewşa Meddaya de axivî bû.
Nêrebiyê di nama xwe de got: “ne mumkine ko rêkxistinên navnetewî û rêkxistinên Yekîtiya Ewropî berdewam bihêlin ko gihandina alîkariya di destê Rêjîmê û hevalbendên wî de be, û ji nav wan jî milîtanên Hizbullaha tirorist . evê gelemşeyê sala çûyî hişt ko erêkirin tenê ji 10% ji xwestekên ko netewên yekbûyî xwestibûn re hebe.”
Nêrebiyê doz kir ko rêkxistinên Navnetewî û rêkxistinên Yekîtiya Ewropî û rêkxistinên mirovî yên ne fermî ko xwe yekser bigihînin Meddaya û
bêmerc û bê astengî li gora biryarên Encûmena Ewlekariyê 2139 (2014)، 2165(2014),2191(2014),2258(2015).
Her wiha doz kir ko çavnêriya rewşa Meddaya bibe û dabîn bikin ko Rêjîm çi astengan neke pêşiya alîkariya eger bi erêkirina wî be an na. Doz ko biryarên Encûmena Ewlekariyê
2139 (2014)، 2165(2014),2191(2014),2258(2015). Cîbicî bibin. Û doz li rêkxistinên navdewletî bibe da alîkariyan bigihînin herêmên dorpêçkirî yên ko gihaştina wan aloz e.
Nêrebiyê di dawiya nameyê de doz li Yekîtiya Ewropî kir da birçîkirina bimebest ya ko Esed li dijî sivîlan li Meddaya dike pirotesto bike, û diyar bike ko birçîkirin ne çi alave ko Esed bi kêfa xwe bikar bîne.
Jêder:Hevbendî