Miwefiq Nêrebiyê, cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir li ser giringiya derxistina biryarekê ji encûmena asayîşa navdewletî ji bona raguhestina tawankarên çekên kêmyayî bikaranîne bo dadgeha tawanên navdewletî, û pêwîst e hin dewlet nebin rêgir li pêş raguhestina tawankaran, ji ber ku ev yek di rojevê de dibe alîkarî ji bona tawankar negihin sizayên xwe.
Îro, di hevdîtina hin endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî digel nûnerên rêxistinên civaka sivîl li bargeha Hevbendiyê, Nêrebiyê bal kişand li ser wan belgeyên nû li ser bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê rêjîma Esed ve, herwiha belge didin xuyakirin ku destê rêjîmê di pêkanîna çend êrîşên kêmyayî de li çend navçeyan heye, bi taybetî êrîşa berfireh ya di tebaxa 2013 an de li ser Xûtê.
Nêrebiyê bal kişand li ser giringiya raguhestina fayîlê Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û herwiha giringiya dadgehkirina encamder û berpirsên tawanên şer, ligor birgên yasa navdewletî û yasa mirovî ya navdewletî.
Endamên desteya siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl di hevdîtinê de mîkanizmên xistina fişaran li ser civaka navdewletî ji bona dadgehkirina berpirsên tawanên şer di Sûriyê de gengeşe kirin, herwiha nerîna opozisyona Sûriyê ji danustandinan û qonaxa veguhêz re hat gengeşekirin.
Herwiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin hayedarkirin li ser seqayê karê desteya siyasî û mêkanizmên wê, tevî baregeh û ofîsên Hevbendiya Niştimanî.
Lêkolîna hevbeş ya NY û ya rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, gihiştin wê yekê ku rêjîma Esed berpirsyar e di ber du êrîşên bi gaza jehrdar de, û ligor ajansa Royterz ku hin keresteyên kêmyayî yên bi gaza kilorê li 21’ê nîsana 2014 an de hatine avêtin li ser bajarokê Tilmins û di 16’ê adara 2016 an de li bajarokê Sermîn.
Herwiha rapotê pêzanîn bi dest xistin, yên amaje dikin ku amraz û viyan û şiyan di destê rêxistina DAÎŞ de hebûn, ji bona bikaranîna gaza Xerdelê li Mar’h li bakurê Helebê di 21’ê tebaxa 2015 an de.
Jêder: Hevbendî